09:57 19 Hezîran 2018
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin û Welîehdê Ebû Dubaî Muhammed Bîn Zayed

Rûsya û Mîrnişiyên Erebî yên Yekbûyî di warê Rojhilata Navîn de peymanek danî

© Sputnik / Mikhael Klimentyev
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Hat diyarkirin ku Rûsya û Mîrnişîniyên Ereb ên Yekbûyî ji bo ku herêma Rojhilata Navîn ji çekên kîmyewî paqij bikin, dê hevkariya stratejik bikin.

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin li Moskowê, paytexta Rûsyayê bi Welîehdê Ebû Dubaî Muhammed Bîn Zayed re civiya. Her du serokan piştî hevdîtinê belgeya hevkariyê ya stratejik îmza kir.

Di belgeye de ev tişt hatin gotin, "Alî wê bi awayekî çalak beşdarî pêvajoya bêçekirina herêmî û kureyî bibin. Ji ber vê yekê her du welat wê rejîmên ji bo anstengkirina belavbûnê ya çekên îmhakirina giştî û teknolojiyên derbarê wan de hîn xurt bikin. Di vê çarçoveyê de Rûsya û Mîrnişîniyên Ereb ên Yekbûyî ji bo Rojhilata Navîn ji wan çekên îmhakirina giştî paqij bikin, dê bi hevdu re tevbigerin."

HAT BANGWAZÎKIRIN KU HEVPEYMANA NAVDELWETÎ YA LI DIJÎ TERORÊ WERE AVAKIRIN

Rûsya û Mîrnişîniyên Ereb ên Yekbûyî herwisa bang li civaka navdewletî kir ku bi awayekî berfireh hevpeymana navdewletî ya têkoşîna li dijî terorê ava bike.

Aliyan pêşniyar kir ku divê ev hevpeyman li gorî rêzgirtina serweriya wan dewletên rastî êrîşên terorê tên, were avakirin.

Herwisa hat ragihandin ku her du welat wê di warê têkoşîna li dijî teror û tundrewiyê de jî bi koordîneyî tevbigerin.

 

Bi heman mijarî:

Rûsya: Zû yan dereng, dê diyar bibe ku trajediya MH17ê beşekî propogandaya dijî Rûsyayê ye
Rûsya, Amerîka û Urdun dê ji bo Sûriyeyê li hev bicivin
Endamên komîsyona Rûsya-NATO, li ser kêmkirina rakêşiyên li Ewropayê axivîn
Rûsya: Brîtanya hewl dide bûyerê Skripalî bişewişîne û OPCWê bi kar bîne
Konseya NATO-Rûsya li Brukselê civiyan
Etîketan:
Welîehdê Ebû Dubaî, Serokê Dewleta Rûsyayê, Muhammed Bîn Zayed, Vladimir Putin, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de