19:02 23 Hezîran 2018
Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn

Pûtîn: Bextewariya bavîtiyê hemû zehmetiyan beralî dike

© Sputnik / Sergey Guneev
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn diyar kir ku di dê û bavîtiyê de vehesîn nîne û bextewariya dîtina mezinbûna zarokan hemû zehmetiyan beralî dike.

Pûtîn di merasîma ku ji bo dayîna ‘Xelata Dê û bavîtiyê' li Kremlînê di çarçoveya Roja Parastina Zarokan de hatibû lidarxistin, axaftinek kir.

Pûtîn wiha axivî: "Dê û bavîtî ne li kar ne li betlaneyê ne jî li vehesînê guhdar dike. Di siruşta xwe de xelateke bêhempa heye û ev xelat jî hemû zehmetiyan beralî dike. Ev xelat dîtina mezinbûna wan, perwerdehiya wan, pêhisîna wan a dinyayê û kêfxweşiya zarokan a ji ber serkeftinên wan."

Dema merasîmê zarokekê dest bi girî kir û Pûtîn li ser vê yekê got, "Diyar e me şîrînok tirsand. Tiştek nabe, dê niha bisekine."

Bi heman mijarî:

PDK-S: Em amade bi PYDê re dest bi diyalogê bikin
Li Enqereyê rêvebereke HDPê hat desteserkirin
YPG: Me êrişî baregehên leşkerên tirk kir, kuştî û birîndarên wan hene
Temelli: Eger Demirtaş beriya hilbijartinê azad nebe em ê...
Pûtîn: Xebatên me li gel OPECê bandoreke erênî li bazara petrolê kir
Etîketan:
Pûtîn, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de