01:28 18 Hezîran 2018
Petrol- OPEC

Pûtîn: Xebatên me li gel OPECê bandoreke erênî li bazara petrolê kir

© REUTERS / Darren Whiteside
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtînî got ku xebatên hevpar di navbera Rûsya û Welatên Derfiroşyarên Petrolê (OPEC) dê bandoreke erênî li bazara petrolê bike.

Pûtîn bi Welîehdê Ebû Debiyê Mîrza MuHemed Bin Zeyd re civiya û got,"Xebatên me yên hevpar li Erebistana Siûdî bi giştî li gek OPECê bandoreke erênî li bazara hîdrokarbonê kir ku xwe bigihîne îstiqrarê."

Herwiha Pûtînî spasiya Zeydî kir ji ber xebatên wî ji bo bipêşdexistina têkiliyên dualî û got ku projeyên hevpar sûdeke bi qasî 15-17 tîne ku ew sûdeke bilind e û hecimê veberhênan jî gihiştiye 2 milyar dolarî.

"DEKLARASYONA HEVPARIYÊ DÊ WERE ÎMZEKIRIN"

Pûtînî teqez kir ku deklarasyona hevpariya stratejîk dê di navbera Rûsya û Îmaratê de were îmzekirin ku ev jî dê gaveke baş be ji bo têkilî bi pêş de bikevin.

Serokê rûs got, "Gelek projeyên û veberhênanên me yên hevpar li gel we hene. Ez piştrast im ku ev serdana we dê bandoreke erênî li têkiliyên me bike."

Bi heman mijarî:

Parlementerê rûs: Hevdîtina Pûtîn û Esed ji bo hemû welatên Rojhilata Navîn girîng e
Pûtîn: Almanya bi awayekî çalak tev li avakirina Sûriyeyê dibe
Pûtîn: Girtina nûnerê RİA Novosti ya ji aliyê Ukraynayê ve bûyerekê nedîtî ye
Pûtîn: Ez kêfxweş bûm ku Skrîpal ji nexweşxaneyê derket
Pûtîn sersaxî da Kubayê
Pûtîn: Çekên rûsî çend salan li pêşiya hemtayê xwe ne
Etîketan:
OPEC, Vladîmîr Pûtîn, MuHemed Bin Zeyd, Îmarat, Erebistana Siûdî, Rûsya, Ebû Debî
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de