03:15 18 Hezîran 2018
MH17 balafira Meleziyayê

Rûsya: Zû yan dereng, dê diyar bibe ku trajediya MH17ê beşekî propogandaya dijî Rûsyayê ye

Maksim Blinov
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Alîkarê Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Artyom Kojîn diyar kir ku zû yan nêzîk dê derkeve holê ku trajediya di encama xistina balafira bi hejmara MH17ê ya li rojhilatê Ûkraynyayê ya sala 2014an, beşek ji propogandaya li dijî Rûsyayê ye.

Kojîn got, "rojekê kêlîka ronahiyê dê were û dê were fêmkirin ku trajediya MH17ê wek mîzansena cinayeta Arkadiy Babçenkoyî û bûyera jehrîkirina ajanê rûs ê berê Sergey Skrîpal beşekî propogandaya dijî Rûsyayê ne."

Wilbert Paulissenê ku serdariya tîma lêkolînên sûcan a polîsê holendî dike, îdîa kiribû ku Koma Lêpirsînên Hevpar a Navneteweyî  gihiştiye wê encamê ku balafira Malezyayê ya bi hejmara geşa MH17ê ya ku di Temûz sala 2014an de li rojhilata Ûkraynayê ketibû, bi moşekekê hatiye xistin ku 'ji Lîwaya Dijî-Balafiran a 53an a Rûsyayê ve hatiye avêtin."

Vekolînerên holendî berî niha jî îdîayên wiha raber kiribûn ku Rûsya bi sedemên ketina balafirê tawanbar dikir.

Lê Rûsya bi awayekî eşkere wan îdîayên ku têkiliya wê bi bûyerê re heye, red dike.

Tîma lêpirsîna navdewletî ya bûyerê vedikole berî niha jî îdîa kiribû ku moşeka balafir xistiye bo wê xaka li rojhilatê hatiye şandin ku wê demê ne di kontrola Kievê de bû û paşê bo xaka Rûsyayê hatiye vegerandin.

Wezîrê Veguhestinê yê Malezyayê Anthony Loke diyar kiribû ku ew tawanbarkirinên têkilîdarî ketina balafira MH17ê ya şirketa Malezyayê yên li Rûsyayê tên kirin bêbingeh in.

Bi heman mijarî:

Li Rûsyayê tetbîqata pergala parastina S-400an
Li Rûsyayê xwendekarê ku bi kêrê êrîş kir dibistan şewitand: 4 brîndar
Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî rexneyên giran li Amerîkayê kir
Noqava îngilîz xwest êrîşê Sûriyeyê bike lê noqavên Rûsyayê ew asteng kir
Rûsyayê eşkere kir bê vîdeoya Dûmayê çawa hatiye kişandin
Trump biryar da ku mueyîdeyên nû yên li hemberî Rûsyayê taloq bike
Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê: Amerîka li Sûriyê li hedefên ne girîng xist
Etîketan:
Artyom Kojîn, Ûkrayna, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de