13:30 23 Hezîran 2018
Kirill Vişinskiy

Rûsyayê bersiv da daxwaza Vişinski: Em herdem alîkariya welatiyên xwe dikin

© REUTERS /
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê bersiv da Gerînendeyê Giştî yê RÎA Novostiyê Kirill Vişinskiyê yê li Ûkraynayê ye ku ji Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn daxwaza alîkariyê kiribû. Berdevkê Wezîrê Derve Artyom Kojin diyar kir ku Moskowa ji bo alîkariyên welatiyên xwe her dem amade ye.

Gerînendeyê Giştî yê RÎA Novostiyê ya Ûkraynayê Kirill Vişinskiyê ku ji ber xebatên karê xwe li Ûkraynayê bi xiyaneta welatî hatibû tawanbarkirin, xwest ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ji bo were berdan alîkariya wî bike.

Kojîn derbarê mijarê de bi rojnamevanan re axift û got, "Rûsya dikare herdem alîkariya welatiyên xwe bike. Tê zanîn em dest ji welatiyên xwe bernandin. Bi awayekî suriştî, em dê di çarçoveya hiqûqa navdewletî de tevbigerin."

Herwiha Kojînî diyar kir ku ev helwesta Ûkraynayê li himberî xebatkarên çapemeniyê xembar û seyr e û got, li hêviyê ne ku civaka navdewletî bertekê bide vê rewşê.

15ê Gulanê Servîsa Ewlekariyê ya Ûkraynayê bi zorê ket nivîsgeha RÎA Novostiyê ya Ûkraynyayê, Vişinskiy desteser kiribû û lêgerîn li mala wî pêk anîbû.

Vişinskiyê ku him welatiyên Ûkraynayê ye û him jî yê Rûsyayê ye, hatibû tawnabarkirin ji ber ku piştgirî daye Komara Gelî ya Donetskê (DPR) ya alîgirên Rûsyayê li Ûkraynayê ava kiriye û Komara Gelî ya Luganskê (LPR) û xiyaneta welatî kiriye.

17ê Gulanê di daniştina li Dadgeha Herêma Hersonê de, Vişinskiy bi du mehên girtîgehê hatibû mehkûmkirin.

Wezareta Derve ya Rûsyayê kiryarên Kievê li himberî RÎA Novostiyê wek 'ne-qanûnî' bi nav kiribûn û herwiha Balyozxaneya Rûsyayê du nota ji Wezareta Derve ya Ûkraynayê re şandibûn ku di wan de hatibû xwestin ku tundûtûjiya li dijî xebatkarên medyyaê rawestîne.

Bi heman mijarî:

Li Rûsyayê pîrozbahiya roja lêkolînên Kûtûbê
Generalê NATOyê: Tu generalekî NATOyê naxwaze bi Rûsyayê re bikeve şer
Kûpaya Cîhanê li Rûsyayê: Bi çavên alîgiran tîma Danîmarkayê
Etîketan:
Kirill Vişinskiy, Ûkrayna, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de