13:29 23 Hezîran 2018
gerînendeyê Giştî yê RÎA Novostiya Ûkraynayê Kirill Vişinskiy

Dadgeha ûkraynî biryara girtina rêveberê RÎA Novostiyê Vişinskiy pesend kir

© REUTERS /
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Dadgeha ûkraynî ya tehkîmê ya li herêma Hersonê serlêdana temyîzkirina biryara Gerînendeyê Giştî yê RÎA Novostiyê yê li Ûkraynayê girtî Vişinskiy red kir. Parêzerê Vişinskiy Andrey, Domanskiy biryara sizadana 2 mehan biribû temyîzê.

Serlêdana parêzerê dozbar li dadgeha li Hersonê hat dîtin. Heyeta dadgehê biryar da ku Gerînendeyê Giştî yê RÎA Novostiyê yê li Ûkraynayê girtî Kirill Vişinskiy girtî bimîne.

VIŞINSKIY: QET GUMANA MIN TINE BÛ, MIN DIZANÎBÛ DÊ BIRYAREKE WIHA DERKEVE

Vişinskiy piştî ku biryar hat eşkerekirin axivî û got, qet gumana min tine bû û min dizanîbû dê dadgeh biryareke wiha derkeve.

‘DI FERSENDA EWIL DE EM DÊ ÎTIRAZ BIKIN'

Parêzerê Vişinksiy, Andrey Domanskiy diyar kir ku ji bo biryar were guhertin ew dê di fersenda ewil de îtiraz bikin.

 

Bi heman mijarî:

Rêveberê RÎA Novostiyê yê li Ûkraynayê girtî ji Pûtîn alîkarî xwest
Zaxarova: Mueyîdeyên Kievê yên li ser Rossiya Segodnya û RÎA Novostiyê sansurên siyasî ne
Ûkraynayê ajansên RÎA Novostî û Rossiya Segodnyayê ku Sputnik jî girêdayê wê ye asteng kir
Dadgeha Ûkraynayê du meh sizaya girtina da rayedarê RÎA Novostiyê
Etîketan:
Biryar, Dadgeh, gerînendeyê Giştî yê RÎA Novostiya Ûkraynayê, Kirill Vişinskiy, Rûsya, ûKRAYNA
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de