04:32 22 Hezîran 2018
Ala Rûsya û Amerîkayê

Rûsyayê peymana ji bo hevkariya nukleerî ya bi Amerîkayê re da rawestandin

© AP Photo / Ivan Sekretarev
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku peymana di derbarê hevkariya nukleerî ya aştiyane ya di navbera Rûsya û Amerîkayê de hatiye rawestandin.

Lavrov bi Ernesto Monizê ku di navbera salên 2013-2017an de wezîrtiya enerjiyê ya Amerîkayê kir re hevdîtin pêk anî û diyar kir ku, "Me di heyama ku hûn Wezîrê Enerjiyê bûyî, peymana bi navê 123an a ji bo hevkariya nukleerî ya aştiyane di navbera hikûmetan de îmze kiribû. Lê mixabin ji ber sedemên ku li derveyî kontrolama me peyman pêk nehat û niha têkilî jî hatin rawestandin."

Lavrov wiha pê de çû: "Lê dîsa jî ji bo zindîkirina hevkariya normal di warê nukleerî de bo welatên me çi ji destê me were em ê bikin."

Bi heman mijarî:

Endamên komîsyona Rûsya-NATO, li ser kêmkirina rakêşiyên li Ewropayê axivîn
Rûsya: Brîtanya hewl dide bûyerê Skripalî bişewişîne û OPCWê bi kar bîne
Konseya NATO-Rûsya li Brukselê civiyan
Rûsya: Mîzansena ‘kuştina Babçenko’ provokasyon e
Etîketan:
nukleerî, peyman, Sergey Lavrov, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de