22:56 21 Hezîran 2018
Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu

Şoygû û Lîberman hebûna Îranê li Sûriyeyê nîqaş kir

© Sputnik /
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Balyozê Îsraîlê li Rûsyayê Garri Korenî ragihand ku Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygû û hevkarê wî yê îsraîlî Avîgdor Lîberman li Moskowê civiyane û mijarên hebûna Îranê li Sûriyeyê û herêmên kêmkirina rageşiyê yên li başûrê Sûriyeyê nîqaş kirine.

Garri ji rojnamevanan re ragihand ku Şoygu û Lîberman di civîna xwe ya li Moskowê de mijara hebûna Îranê li axa Sûriyeyê û herêmên kêmkirina rageşiyê yên li başûrê Sûriyeyê nîqaş kirine.

Balyozê îsraîlî destnîşan kir ku civîn duh pêncşemê pêk hatiye û wiha dewam kir: "Ew civîn gelekî baş bû. Wezîr Lîberman ji encama civînê kêfxweş bû. Di dema civînê de wezîran mijarên hebûna hêzên leşkerî yên Îranê li ser axa Sûriyeyê û herêma başûr a kêmkirina rageşiyê nîqaş kirin."

Herwiha Garri diyar kir ku Îsraîl bawer dike ku ‘Rûsya dengê wan dibihîze û di berjewenediyên wê de digihê û fêm dike ku Îsraîl naxwaze ti şer li herêmê çêbibe. Lê belê, em wan dînamîkên Îran heta niha li Sûriyeyê dişopîne qebûl nakin."

Dîplomatê îsraîlî got, "eger ew anku Îran ji aliyê Rûsyayê ve were rawestandin, wê demê em ê bi hêsanî li ser vejandina Sûriyeyê biaxivin."

Bi heman mijarî:

YE li dijî Amerîkayê dest bi hemleya Îranê kir
Amerîka: Em ê li dijî Îranê hevpeymaneke navdewletî ava bikin
Îranê biryara îdama Ramîn Husên Penahî da
Li Îranê xwendekareke kurd ji ber xizaniyê xwe kuşt
'Ewropa, Çîn û Rûsya ji bo Îranê li ser peymaneke nû hevdîtinê dikin'
Îranê ji bo hebûna xwe ya li Sûriyeyê daxuyaniyek da
Pompeo: Em ê mueyîdeyên herî giran li dijê Îranê bisepînin
Etîketan:
Garri Koren, Avîgdor Lîberman, Sergey Şoygu, Sûriye, Îsraîl, Rûsya, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de