09:56 19 Hezîran 2018
Gerînendeyê RÎA Novostî Ûkrayna Kirill Vişinskiy

Rêveberê RÎA Novostiyê yê li Ûkraynayê girtî ji Pûtîn alîkarî xwest

© Sputnik /
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Gerînendeyê Giştî yê RÎA Novostiyê yê li Ûkraynayê girtî Kirill Vİşinskiy ji bo ku were berdan ji Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn alîkarî xwest.

Vişinskiy di 17ê Gulanê bi 2 meh cizayê girtîgehê hatibû sizadan. Parêzerê Vişinskiy Andrey Domanskiy sizaya Vişinskiy biribû temyîzê. Vişinskiy li herêma Hersonê li dadgeha temyîzê axivî û weke hemwelatiyekî rûsî ji Pûtîn xwest ku alîkariya wî bike da ku were berdan.

Vişinskiy, "Ji bo ku bême parastin û ji bo ku demildest bême berdan, ji bo alîkariya hiqûqî ez bang li balyozxaneyê û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn dikim ku alîkariya min bikin."

‘GIRTINA MIN DERQANÛNÎ YE'

Vişinskiy amaje kir ku biryara girtina wî derqanûnî ye. Rojnamegerê rûsî wiha axift, "Biryara girtina min derqanûnî ye. Dozgeriyê û yekeya lêpirsînê ya Serwîsa Ewlekariyê ya Ûkraynayê (SBU) ya li dijî min ez weke rêbazeke fişarê dibînim."

‘ÊDÎ BI TENÊ WELATIYÊ RÛSYAYÊ ME'

Di vê navberê de Vişinskiy bang li Serokê Dewleta Ûkraynayê Pyotr Poroşenkoyî kir û da zanîn ji bo ku ji hemwelatîtiya Ûkraynayê derkeve serî lê daye û got ji bo ku ev serlêdan were qebûlkirin bo birêveberiya dewletê were ragihandin.

Vişinskiy da xuyakirin ku êdî ew bi tenê welatiyê Rûsyayê ye, "derketina min a ji hemwelatîtiya Ûkraynayê min aciz dikê lê jê û pê ve çare nemabû."

‘PIŞTGIRIYA NAVDEWLETÎ FIŞARÊN LI SER MIN KÊM KIRIN'

Vişinskiy bilêv kir ku piştgiriya raya giştî ya navdewletî fişarên li ser wî kêm kirine.

Rojnameger Vişinskiy teqez kir ku heman rewş ji bo hemkarên wî yên din jî derbasdar e û ji bo doza wî û pêşketinên dawî yên li dijî rojanemgeran li Ûkraynayê anîne rojevê ji Pûtîn û Serokwezîrê Almanyayê Angela Merkel re spasiyên xwe anîne ziman.

Bi heman mijarî:

Li Ukraynayê li ser malpera RİA Novostiyê astengî hat danîn
Parêzerê rêveberê RIA Novostî yê Ûkraynayê ji bo biryara girtinê çû temyîzê
Sîmonyan di derbarê bûyera RIA Ukraynayê de rexneyan li welatên rojava kir
Pûtîn: Girtina nûnerê RİA Novosti ya ji aliyê Ukraynayê ve bûyerekê nedîtî ye
Ji bo rêveberê RIA Ûkraynayê yê hat girtin, li Moskowê xwepêşandan tê lidarxistin
Etîketan:
Ria Novostî, Rojnameger, Kiril Vişinskiy, Ûkrayna
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de