00:43 18 Hezîran 2018
Balafira rûsî

Berî nêzî 40 salan balafir hatibû xistin, pîlot nû sax hat dîtin

© Sputnik / Maxim Blinov
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Yekîtiya Desantên Rûsyayê û Gernasê Yekîtiya Soviyetê general Valeryi Vostrotîn ji RÎA Novostiyê re ragihand ku pîlotê ku di salên 80yî de balafira wî hatibû xistin û wek wenda dihat hesibandin, sax e.

Derket holê ku Pîlotê Yekîtiya Sovyetê yê ku balafira wî li Efxanistanê hatibû xistin û heta niha wek kesekî wenda dihat hesabkirin, hîn sax e û niha li wî welatî dijî.

Vostrotînî got, "Pîlotê Sovyetê yê ku balafira wî di salên 80yî de li Efxanistanê hatibû xistin, sax hatiye dîtin û vê gavê li Efxanistanê dijî. Ev tiştekî ecêb e. Niha ji bilî alîkariya fînansî, pêwîstiya wî bi alîkariya îdarî û alîkariya rêxistinê civakî û herwiha xebata diplomatîk jî heye."

Generalê rûs nav û paşnavê pîlotî eşkere nekirin û diyar kir ku ev agahî nehênî ye û da zanîn ku ev mijar li gel nûnerên efxanî di çarçoveya merasîma salane ya xelata `Battle vrotherhood` û `Battle sisterhood' ya ku duh li Moskowê bi rê ve çûbû hatiye nîqaşkirin.

Herwiha di çarçvoeya bûyerê de fotogaleriya bi navê ‘Lehengê Niştimanî Îvan Vêşnekov" û "Pirtûka Bîranînê" ya derbarê lehengên Sovyetê de ku di şerê Efxanistanê de jiyana xwe ji dest dabû, hatin nîşandan. Li gorî daneyên çavkaniyên vekirî, ji sala 1979an û heya 1989an li Efxanistanê 125 balafirên şerî yên Hêzên Hewayî yên Leşkerî yên Yekîtiya Sovyetê hatibûn xistin.

 

Bi heman mijarî:

Serokê Rûsyayê Pûtîn li xwe mikur hat
Li Rûsyayê pîrozbahiya roja lêkolînên Kûtûbê
Kûpaya Cîhanê li Rûsyayê: Bi çavên alîgiran tîma Danîmarkayê
Trump: Sîxûrê di barêgehê de jî `lihevkirina nepenî ya bi Rûsyayê re` peyda nekirîye
Etîketan:
Valeryi Vostrotîn, Rûsya, Efxanistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de