22:20 18 Hezîran 2018
Alên Rûsya û Amerîkayê

Ji Rûsyayê şîroveya baca gumrikê: Amerîka bi lingê xwe de diteqîne, em jî temaşe dikin

© AFP 2018 / Mladen ANTONOV
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Geşepêdana Aborî yê Rûsyayê Maksim Oreşkin polîtîkayên Amerîkayê yên bo bacên gumrikê rexne kir û got, “Niha Amerîka di lingê xwe de diteqîne, em jî temaşe dikin. Bi vê polîtîkayê hemû dinya zirarê dibîne.”

Li gor daxuyaniya beşa ragihandiyê ya Wezareta Geşepêdana Aborî ya Rûsyayê, Oreşkin di çarçoveya beşdariya civîna Rêxistina Bazirganî ya Dinyayê de li ser polîtîkayên aborî û bazirganî yên Amerîkayê nirxandin kirin.

Oreşkin diyar kir ku dê bi polîtîkaya niha ya Amerîkayê aboriya wan bi xwe ziyanê bibîne û got, "Niha Amerîka di lingê xwe de diteqîne, em jî temaşe dikin. Bi vê polîtîkayê hemû dinya zirarê dibîne."

Serokê Amerîkayê Donald Trump 9ê Adarê ragihandibû ku ew dê ji bo pola û aluminyumê baca gumrikê ya 25%î û 10%î bistînin û welatên wekî Kanada, Meksîka, Yekîtiya Ewropa, Avustralya, Arjantîn, Brezilya û Koreya Başûr heta 1ê Hezîranê jê mûaf girtibû.

Bi heman mijarî:

'Leşkerên tirk ketin nava gundê Bermîze yê Sîdekanê û xwarina gundiyan xwarin'
Peskov: 'Mirin' û rabûna Babçenko mîzanseneke xerîb e
Amerîkayê rêxistineke din xist lîsteya terorê
Çepgirê tirk: Gava çepê tirk piştgirî da kemalîzmê kurd ji wan veqetiyan
Ewropa 33 çavdêrên hilbijartinê dişîne Tirkiyeyê
Trump: Min ji ber Rûsyayê Comey neqewitand
Etîketan:
Baca Gumrikê, Amerîka, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de