20:22 20 Hezîran 2018
Benjamin Netanyahu û Vladimîr Pûtîn

Pûtîn bi Netanyahû re li ser Sûriyeyê axivî

© Sputnik /
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû re li ser rewşa Sûriyeyê axivî.

Kremlînê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di pêwendiya telefonî ya Pûtîn û Natenyahû de, wek berdewama gotûbêjên 9ê Gulanê yên li paytext Moskowê hin aliyên krîza Sûriyeyê hatine nirxandin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di hevdîtinê de herwiha mijarên dualî jî hatine axaftin.

Li aliyê din Wezîrê Berevaniya Rûsyayê Sergey Şoygu jî bi Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Avigdor Lieberman re hat ba hev.

Hat ragihandin ku di wê hevdîtinê de, mijarên li dor rewşa Sûriyeyê hatine nirxandin.

Şoygu beriya civînê diyar kir ku ew dê bi Lieberman re li ser herêmên kêmkirina rageşiyê yên Sûriyeyê ku wan bi Amerîka û Urdinê re li hev kiriye jî biaxivin.

Bi heman mijarî:

‘Şanda leşkerî ya Siûdî, Îmarat û Urdinê çûye Kobaniyê’
'Leşkerên tirk ketin nava gundê Bermîze yê Sîdekanê û xwarina gundiyan xwarin'
Peskov: 'Mirin' û rabûna Babçenko mîzanseneke xerîb e
Amerîkayê rêxistineke din xist lîsteya terorê
Çepgirê tirk: Gava çepê tirk piştgirî da kemalîzmê kurd ji wan veqetiyan
Ewropa 33 çavdêrên hilbijartinê dişîne Tirkiyeyê
Îran û Kurdistanê di navbera xwe de dest bi bikaranîna pergala elektronîkî kir
Etîketan:
Sûriye, Netanyahû, Pûtîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de