19:10 23 Hezîran 2018
F-35

Pisporê rûsî: Amerîka ditirse ku teknolojiya F-35an têkeve destê Rûsyayê

© REUTERS /
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Pisporê leşkerî yê rûsî Aleksandroviç Rojin helwesta Amerîkayê ya li ser kirîna pergalên S-400î yên ji aliyê Tirkiyeyê ve nirxand û got, Washington ligel fişara siyasî ya li ser Tirkiyeyê, ditirse ku balafirên F-35an bikevin destê Rûsyayê.

Pisporê ji Navenda Rojnamegeriya Leşkerî-Siyasî ya CIGRê Boris Aleksandroviç Rojin anî ziman ku Washingon tenê fişara siyasî li Tirkiyeyê nake û got, herwisa Amerîka ditirse ku teknolojiya çekan a wan têkeve ber destê Rûsyayê.

Sekreterê Giştî yê Hêzên Hewayî yên Amerîkayê Heather Wilson li panela bi navê ‘Bihêzkirina Hevkariyên Amerîkayê' ya ji aliyê Konseya Atlantîkê ve hat sazkirin axivîbû û gotibû, Washington bi endîşe ye ku Tirkiye pergalên parastina hewayî ya S-400î jî ligel balafirên F-35an bi kar bîne.

Rojin ji b ovan gotinên Wilson got, "Ev gotin ji aliyekî ve wekî amûra fişarê ya sîyasî tên bikaranîn. Ji ber ku Amerîka aciz e ku Tirkiye ji Rûsyayê jî çekan bistîne. Ji aliyê din ve Amerîka ditirse ku Rûsya bi şandina çekên teknolojik ji bo Tirkiyeyê wê xwe bigihîne çekên Amerîkayê. Washington ditirse ku teknolojiya Amerîkayê ya ji bo versiyonên hilberînê yên F-35an têkevin deste Rûsyayê."

Rojin derbirî ku gotinên Amerîkayê tenê xwediyê aliyê siyasî ye û got, Tirkiye bi awayekî dixwaze ji Amerîkayê re dibêje, ‘ger ji min re bibî asteng, bizanibe li ber min altenatîf hene'.

Bi heman mijarî:

Ji bo Tirkiyê alternatîfa balefira Amerîkayê F-35 balefira rûsî Su-57
Amerîka filoya xwe F-35 li Japonyayê bi cih kir
‘Enqere vê gav piştrast nake ku wê ji ber F-35an ve balefirên rûsî Su-57an bistîne’
Gelo firotina F-35an bo Tirkiyê tê betalkirin?
Etîketan:
Pisporê rûsî, Boris Aleksandroviç Rojin, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de