09:47 23 Hezîran 2018
Sergey Skripal

Rûsya: Brîtanya hewl dide bûyerê Skripalî bişewişîne û OPCWê bi kar bîne

© REUTERS / Peter Nicholls
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand ku Brîtanya hewl dide ku bûyera jehrîkirina ajanê rûs ê berê Sergey Skripal û qîza wî Yûliyayê bişewişîne û hewl dide ku Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî(OPCW) bi kar bîne.

Wezaretê banga Brîtanyayê a ku OPCWê di daniştineke taybet de bicive, wek hewleke siyasîkirina xebatên saziyê bi nav kir.

Herwiha wezaretê di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rojeva civînê dê 'qedexekirina bikaranîna çekên kîmyewî li seranserê cîhanê ' were pêşniyarkirin ku ev jî heta tu bixwazî, rojeveke 'entrîka' ye. Di daxuyaniyê de hat gotin ku "hemû sedemên pêwîst hene ku mirov bifikire ku ev hewla Londonê û 'hevbîrên' wê bi wê armancê tê kirin ku xebatên OPCWê hîn bêtir siyasî bikin."

Herwiha hat gotin ku "Brîtanya sîsika bûyerên (jehrîkirina Skrîpalan) li Salisburyê ji qestî ve hewl dide veşêre û her ku diçe bêtir zelal dibe ku hewl dide OPCWê ji bo berjewendiyên xwe yên jeopolîtîk bi kar bîne. Ji bo kûrkirina lihevnehatina nava saziyên de ji qestî ve xebat tên kirin."

Wezaretê diyar kir ku raya giştî ya biyanî û derdorê siyasî êdî bêtir haya wan ji "sedemên veşartî yên li dû îmayên' Londonê yên li ser bûyera Skrîpalî çêdibe û bal hat kişandin ser wê yekê ku medya bi piranî bûyerê wek Brîtanyayê radigihîne.

Ajanê rûs ê berê Sergey Skrîpal û qîza wî Yûliya, li Saliburyê hatibûn jehrîkirin. Londonê îdîa kir ku gaza sîniran a di asta leşkerî de di bûyerê de hatiye bikaranîn û Moskow wek berpirsyar nîşan da. Gelek welatên rojavayî piştgirî da Londonê û ji ber vê sedemê dîplomatên rûs dersînor kirin.

Moskow wan îdîayan red dike.

Bi heman mijarî:

Wezareta Derve ya Rûsyayê: Bila êdî partnerên biyanî rewşa Vişînskiy bibînin
Rûsyayê doz li rojnamevanê DYAyî ku pêşniyaza bombebarankirina Pira Kirimê kiribû vekir
Kûpaya Cîhanê li Rûsyayê: Bi çavên alîgiran tîma Fasê
Pentagonê daxuyaniyên Rûsyayê ya Asyaya Navîn bûye baregeha DAIŞê wek propaganda nirxand
Berlusconi: Kirim perçeya herî xweş ya Rûsyayê ye
Konseya Mafê Mirovan a Serokatiya Rûsyayê ji bo Vişinskiy serî li Konseya Ewropayê da
Serokê Rûsyayê Pûtîn li xwe mikur hat
Etîketan:
OPCW, Yûliya Skrîpal, Sergey Skrîpal, Brîtanya, Moskow, London, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de