13:30 23 Hezîran 2018
Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un û Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê  Sergey Lavrov

Lavrov li Koreya Bakur bi Kîm re hevdîtinek pêk anî

ТАСС/POOL
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi fermî seredana Pyongyogê kir û bi Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un re hevdîtinek pêk anî.

Çavkaniyekê ji Spûtnîkê re got, hevdîtina ku berê ji çapemeniyê re nehatibû ragihandin li Mala Dewletê ya Pêşwaziyê Paekhwawonê pêk hat.

‘EM AMADE NE KU DI NAVBERA KOREYA BAKUR Û KOREYA BAŞUR HER CÛRE ALÎKARIYÊ BIKIN'

Li gorî daxuyaniya Wezareta Dere ya Rûsyayê Lavrov daxuyandiye ku ji bo pêkanîna hemû rêkeftinên di navbera Koreya Bakur û Koreya Başur de ew amade ne.

Lavrov, "Em û Serokê Dewleta Rûsyayê (Vladimîr Pûtîn) me bi erênî îmzekirina Deklarasyona Panmunjomê ya ku bi navbera Koreya Başur re bi pêşwazî kiriye. Ji bo pêkanîna wê em amade ne ku hemû tevkariyan bikin. Ji xwe di vê belgenameyê de projeya rêhesinê ku tê payîn Rûsya jî hevkariyê bike jî, heye."

‘EM DÊ BI MAZUVANIYA WE YA LI RÛSYAYÊ KÊFXWEŞ BIBIN'

Lavrov, Kîmî vexwende Rûsyayê û got, "Kerem bikin, werin Rûsyayê. Em dê bi mazûvaniya we kêfxweş bibin"

LAVROV BU YEKEM HEMWELATIYÊ RÛSYAYÊ KU BI KÎMÎ RE HEVDÎTIN PÊK ANIYE

Di vê navberê de li gorî medya rûsî Lavrov bû yekem hemwelatiyê Rûsyayê ku bi Kîmî re hevdîtin pêk aniye. Berê hindek hemwelatiyên Rûsyayê bi Kim Jong-Un re hevdîtin pêk anîbûn lê hat diyarkirin ku Lavrov bû yekem kes ku bi fermî bi serokê Koreya Bakure hevdîtin pêk aniye.

KÎM: EZ RÛSYAYA KU LI DIJÎ SERWERIYA AMERÎKAYÊ RÛSYA TÊDIKOŞE BI TEQDÎR PÊŞWAZÎ DIKIM

Herwiha Wezareta Derve ya Rûsyayê derbarê hevdîtina Lavrov-Kîm de vîdeoyek belav kir. Li gorî wê daxuyaniyê diyar kiriye ku li dijî serweriya Amerîkayê Rûsyayê ku li dijî wê tê dikoşe bi kêfxweşî pêşwazî dike.

Kîm, "Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li dijî serweriya Amerîkayê derdikeve. Ez bi kêfxweşî pêşwazî li vê yekê dikim. Di vî babetî de em amade ne ku bi Koreya Bakur tevkariyeke zexm bikin."

Bi heman mijarî:

Pompeo û Lavrov cara ewil bi telefonê axivîn
Lavrov: Hêzên çekdar yên biyanî, divê derhal ji Başûrê Sûriyeyê derkevin
Lavrov: Ûltîmatom û fişarên bi hêzê yên têkilîdarî Koreya Bakur mehkûmî têkçûnên
Lavrov bo hin hevdîtinan diçe Koreya Bakur
Lavrov behsa hurgiliyên hevdîtina Pûtîn û Obama ya 2014an kir
Lavrov: Hewlên xeniqandina Sûriyeyê di nav kaosê de hatin têkbirin
Lavrov: Ultîmatoma Hollanda û Awûstrûlyayê ya bo Rûsyayê ne di cih de ye
Etîketan:
Peywendiyên Rûsya û Koreya Bakur, Hevdîtinên Fermî, Hevdîtin, Lavrov, Kim Jong-un, Koreya Bakur, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de