13:31 23 Hezîran 2018
Arkadiy Babçenko

Rûsya: Mîzansena ‘kuştina Babçenko’ provokasyon e

© REUTERS / VALENTYN OGIRENKO
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Wezareta Derve ya Rûsyayê li ser îdiayên kuştina rojnamevanê rûsî yê muxalîf Arkadiy Babçenko ku piştre derket holê sax e, diyar kir ku ew provokasyoneke li dijî Rûsyayê ye.

Wezaretê nûçeyên ‘kuştina Bobçenko' wekî mîzanseneke propagandaya navnetewî pênase kir û got, "Sedemên eslî yên vê provokasyona dijî Rûsyayê nehatin eşkerekirin."

Rûsyayê da xuyakirin ku Kîev li şûna lêkolînkirina li ser tawanên rastîn, li pey mîzansenan e.

Serokê Beşa Ewlekariyê ya Ûkraynayê Vasiliy Gritsak ragihandibû ku Babçenko dijî û kesê hewla kuştina wî kiriye jî bi operasyoneke taybet hatiye binçavkirin

Gritsak herwiha îdia kiribû ku kesê xwestiye Babçenko bikuje jî ji Rûsyayê ferman standiye.

Bi heman mijarî:

Demirtaş peyam ji FOX TVyê re şand: Hûn çima gotinên min nadin?
Koçberên kurd naxwazin bi ereban re di heman kampan de bimînin
Amerîkayê sizayên nû li ser Îranê sepandin
'Di rapora NATO PAyê de gotina 'PYD/YPG baskê PKKê yê li Sûriyeyê ye' cih girt'
MGK: Divê dewletên piştgiriya rêxistinên terorê dikin li gor hiqûqa navnetewî tevbigerin
Cenazeyê keça kurd a ku ji aliyê polîsê belçîkî ve hatibû kuştin hat rakirin
Li Herêma Kurdistanê mûçe vê hefteya pêş tên belavkirin
Etîketan:
Ûkrayna, Babçenko, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de