19:14 23 Hezîran 2018
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li Foruma Aboriyê ya Navdewletî ya St. Petersburgê (SPIEF) axivî

Pûtîn: Em bi Tirkiyê re li ser ‘Herka Tirk’ ku derbasê Ewropayê bikin dixebitin

© Sputnik /
Rûsya
Lînkê kurt
0 01

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ragihand ku “em vê gavê bi Tirkiyê re li ser plana ‘Herka Tirk’ ku bi ser Bulgaristanê ve derbasê Ewropayê bikin dixebitin.”

Pûtîn piştê hevdîtina bi Serokwezîrê Bulgaristanê Boyko Borisov re bi hev re daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Pûtîn di daxuyaniyê de destnîşan kir ku "em vê gavê bi Tirkiyê re li ser plana ‘Herka Tirk' ku bi ser Bulgaristanê ve derbasê Ewropayê bikin dixebitin."

Vladimîr Pûtîn axaftina xwe wiha domand: Mijara derbaskirina ‘Herka Tirkiyê' ya ber bi Ewropayê de me gelek caran bi Tirkiyeyê re istişare kirin. Di axaftina me ya duhê bi Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re ev mijar cardin hat axaftin û em vê gav li ser planeke ku Enqere û Sofya di nav de ne dixebitin.

Herwiha Pûtîn da zanîn ku: Vê gav Herka Tirk bi qasê 200 kîlometrê hatiye çêkirin, di ser vê xetê re hecma xaza ku wê derbasê Ewropayê bibe li gorê herêman wê biguhere.

Serokwezîrê Bulgaristanê Boyko di derbarê mijarê de destnîşan kir ku "Rûsya û Tirkiyê ne li hemberi ku projeya ‘Herka Tirk' bi ser Bulgaristanê ve derbasê Ewropayê bibe." Borisov da zanîn ku: Ji bo hildan û sewqkirina xazê ku bi rêya ‘Herka Tirk' bê kirin em ê bi Tirkiyê re bikevin têkiliyê.

Bi heman mijarî:

Lavrov behsa hurgiliyên hevdîtina Pûtîn û Obama ya 2014an kir
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û qevdek gul
Erdogan ji Pûtîn re: Divê di pêvajoyên çareseriyê yên pirsa Sûriyê de PYD/YPG cih negirin
‘Pûtîn û Erdogan heta hilbijartinan ti hevdîtinekê nakin’
Etîketan:
Pûtîn, rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de