09:48 23 Hezîran 2018
Arkadiy Babçenko

Rojnamevan Babçenkoyê 'hatibû kuştin' civîneke çapemeniyê bi rê ve dibe

© REUTERS / VALENTYN OGIRENKO
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Rojnamevanê rûs ê dijber ê ku hatibû ragihandin ku li Ûkraynayê hatiye kuştin, Arkadiy Babçenko li Servîsa Ewlekariyê ya Ûkraynayê ya li Kievê civîneke çapemeniyê li dar dixe.

Rojnamevanê dijber ê rûsî Arkadiy Babçenko yê ku hatibû ragihandin ku li Ûkraynayê hatibû kuştin, li Servîsa Ewlekariyê ya Ûkraynayê ya li Kievê civîneke çapemeniyê li dar dixe.

"SERVÎSA EWLEKARIYA ÛKRAYNAYÊ RAGIHAND KU BABÇENKO SAX E"

Servîsa Elwekariyê ya Ûkraynayê ragihand ku rojnamevanê rûs ê dijber Arkadiy Babçenko nehatiye kuştin û sax e.

Serokê Servîsa Ewlekariyê ya Ûkraynayê Vasiliy Gritsak got ku rojnamevanê rûs Arkadiy Babçenkoyê ku hatibû gotin ku hatiye kuştin, hîn sax e û kesê hewla kuştina wî kiriye li Kievê hatiye desteserkirin.

Gritsak ji rojnamevanan re axift û got, "berî nêzîkî 3 saetan kesê ew bûyerê pêk anîbû ji aliyê me ve li Kievê hat desteserkirin. Niha kirarên lêpirsînê derheqê wî kesî de û lêgerînên cihê lê dijî û cihên diçû wan dewam dikin."

"ME KUŞTINA BABÇENKOYÎ ASTENG KIR"

Herwiha Gritsakî got, "me bi operasyoneke taybet hewla kuştina Babşenkoyî asteng kir."

ÎDÎAYA "ÎSTIXBARATA RÛS TALÎMAT DANE"

Gritsakî îdîa kir ku talîmata kuştina Babçenkoyî ji aliyê servîsa îstîxbarata rûsî ve hatiye dan.

Gritsak got, "kesê ew bûyer pêk anî, kujerekî profesyonel bû. Lê ne pêkan e ku wî bi xwe ev plan kiribe. Li gorî agahiyên me bi dest xistine, talîma kuştina rojnamevanê rûs Arkadiy Babçenkoyî ji aliyê servîsa îstixbarata rûsî ve hatine dan."

"AGAHIYA KUŞTINA WÎ BEŞEKE OPERASYONÊ BÛ, MALBATÊ DIZANÎ"

Ji aliyê din ve, Gritsak diyar kir ku agahiya kuştina Babçenkoyî beşekî operasyoneke taybet bû.

Rayedarê ûkraynî got "Ez gelekî kêfxweş im ku hestên wiha bi we re çêbûne. Ez dixwazim hinek agahiyan derbarê operasyona xwe de bidim" û wiha dewam kir: "Me di dema rast de agahî derbarê hewla kuştina Babçenkoyî de girtin. Em bi wan kesan re axivîn ku ev agahî di destê wan de heye, wan jî alîkariya me kir ku em çalakiyeke terorê asteng bikin. Arkadiy ji berê ve hat hişyarkirin, me xist kontrola xwe. Haya malbata wî jî rewşê hebû."

Piştî wê daxuyaniya Gritsakî, Babçenko jî tev li civîna çapemeniyê bû.

"EZ TEV LI OPERASYONA TAYBET A SBUYÊ KIRIN"

Babçenko diyar kir ku ji bo astengkirina plana kuştina xwe tev li operasyona taybet a Servisa Ewlekariyê ya Ûkraynyayê hat kirin.

​Babçenkoyî got, "Bi qasî ez dizanim du mehan amadekarî ji bo vê operasyonê hatine kirin. Derbarê operasyonê de, berî mehekê agahî dan min. Ez spasiya SBUyê dikim ji ber jiyana min xelas kir."

Herwiha Baçenkoyî lêborîn ji endamên çapemeniyê û hevsera xwe re xwest ji ber "dojeha du rojan ku dît."

Wezareta Hundir a Ûkraynayê ragihandibû ku Babçenkoyê ku welatiyê Rûsyayê û pêşkêşvaniya televizyoneke li Kievê dike hatiye kuştin.

Bi heman mijarî:

Amerîkayê ji bo Qirimê bang li Ûkraynayê kir
Serokê Ûkraynayê ji bo amadebaşiyê ferman da artêşa sînorê Kirimê
Dibe Rûsya têkiliyên xwe yên dîplomatîk ji Ûkraynayê qût bike
Rûsya û Ûkraynayê peymana uranyumê îmze kirin
Pûtînî ji bo Ûkraynayê bangî Hollande û Merkelê kir
NATOyê daxuyaniya destwerdana di Ûkraynayê de da
Pûtîn bangî artêşa Ûkraynayê kir:'Li jiyangehan nedin'
Rûsya ji bo deynê xwe yê Ûkraynayê IMF hişyar kir
Pêvajoya îadeya Savçenkoyê ji bo Ûkraynayê dest pêkir
Etîketan:
Vasiliy Gritsak, Arkadiy Babçenko, Ûkrayna, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de