03:20 18 Hezîran 2018
Li Sûriyeyê çalakîyên protestoyê yên li dijî êrişên koalîsyona bi serkêşîya DYAyê

ENKS: Me ji Rûsyayê re got, 'divê Sûriye bibe dewleteke federal'

© AP Photo / Hassan Ammar
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Şanda ENKSê li ser encama serdana xwe ya ji bo Rûsyayê daxuyand ku wan ligel rayedarên Rûsyayê rewşa Sûriyeyê û Rojava nîqaş kiriye û bi awayekî eşkere ji bo rayedarên Rûsyayê gotine, divê di siberojê de Sûriye bibe dewleteke federal û demokratîk.

Şandeke Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) di 29ê Gulanê de çûbû serdana Rûsyayê û Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mihail Bogdanov jî di nav de, ligel rayedarên payebilind ên Rûsyayê çend hevdîtin pêk anîbûn.

Şandê derbarê wê serdana xwe de daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku wan di wan hevdîtinan de li ser rewşa Sûriyeyê rawestiyane û bi taybetî ji bo kêşeya Sûriyeyê behsa pêvajoya çareserkirinê ya siyasî kiriye. Hat gotin ku herdu aliyan di civînên xwe de mijara destûra bingehîn a Sûriyeyê û komîteya amadekirinê ya wê destûrê gotûbêj kiriye.

'DIVÊ MAFÊN KURDAN WERIN PARASTIN'

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku şanda ENKSê di civînan de nêrîna xwe ya ji bo siberoja Sûriyeyê aniye ziman û gotiye, ji bo parastina mafên hemû pêkhateyên aliyên li Sûriyeyê xerentî hebe û bi taybetî divê mafên gele kurd werin parastin.

Şandê derbirî ku wan di warê siberoja Sûriyeyê de teqez kiriye ku divê di siberojê de Sûriye dewleteke federal a pirjimar û demokratîk be. Herwisa hat gotin ku wan rewşa Efrînê jî nirxandiye û gotiye divê xelkê Efrînê vegerin malên xwe û ew der ji aliyê xelkê wir ve were birêvebirin.

Bi heman mijarî:

ENKS dê li Moskowayê bi Bogdanovî re bi mijara Sûriyê hevdîtinekê pêk bîne
ENKS: Em amadene li gel PYDê danûstandinan bikin
Ji Wezareta Derve ya Rûsyayê daxuyaniya hevdîtina bi ENKSê re
ENKSê bi Bogdanov re li ser rewşa Sûriyê, rojavayê Firatê û Efrînê axivî
Etîketan:
daxuyanî, ENKS, Sûriye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de