09:09 18 Hezîran 2018
Sergey Lavrov

Lavrov: Hêzên çekdar yên biyanî, divê derhal ji Başûrê Sûriyeyê derkevin

© Sputnik / Nina Zotina
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov anî ziman ku “hêzên çekdar yên biyanî, divê derhal ji Başûrê Sûriyeyê ji herêmên kêmkirina rakêşiyan derkevin.”

Demeke ku di navbera Îran û Îsraîlê de li başûrê Sûriyeyê rakêşî hene, di vê çarçoveyê de di navbera Moskowa, Washington û Tehranê de mutabakat hat çêkirin.

Lavrov li Moskowayê di 3yemîn Forma Xwendina Primakovê de axivî. Lavrov destnîşan kir ku "Li Sûriyeyê ji ber rakêşiyên di navbera Îsraîl û Îranê de, di navbera Rûsya, Amerîka û Urdunê de li ser herêma kêmkirina rakêiyan peymanekî hat îmzekirin. Di derbarê peymanê de Îsraîl jî hat agahdarkirin. Li gorî vê peymanê divê li herêma kêmkirina rakêiyan îstiqrar bê pêkanîn û hêzên çekdar yên biyanî derhal ji Başûrê Sûriyeyê derkevin."

Lavrov di dewqamiya axaftina xwe de got ku: Divê ev pêvajo di demeke herî kurt de bê bidawîkiri, ji bo vê jî em bi hevkarên xwe yên amerîkî û urdunî re istişareyan dikin.

Bi heman mijarî:

Lavrov: Ûltîmatom û fişarên bi hêzê yên têkilîdarî Koreya Bakur mehkûmî têkçûnên
Lavrov bo hin hevdîtinan diçe Koreya Bakur
Lavrov behsa hurgiliyên hevdîtina Pûtîn û Obama ya 2014an kir
Lavrov: Hewlên xeniqandina Sûriyeyê di nav kaosê de hatin têkbirin
Etîketan:
amerîka, kampa Rukbanê ya li Urdunê, sûriye, lavrov, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de