09:09 18 Hezîran 2018
Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov

Peskov: Ûkrayna ji bo rojnamegeran bûye devereke gelekî bi talûke

Sputnik
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov li ser kuştina rojnamegerê muxalif ê rûsî Arkadiy Babçenkoyî li paytexta Ûkraynayê Kievê daxuyanî da û diyar kir ku Ûkrayna ji bo rojnamegeran bûye devereke gelekî bi talûke. Peskov got em hêvîdar in ku derheqê bûyerê de lêpirsîneke berfireh were kirin.

Peskov, "Mixabin di van demên dawiyê de Ûkrayna ji bo rojnamegeran bûyer devereke gelekî bi talûke. Em dizanin ku li Ûkraynayê gelek rojnameger ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tên girtin, tên deportkirin û têne kuştin."

PÊWIST RAYAGIŞTÎ YA NAVDEWLETÎ BERTEKA HERÎ TUND NÎŞAN BIDE'

Peskov bilêv kur ew hêvî dikin ku ev kujerî bi awayekî berfireh were lêpirsîn. Peskov wiha axift:

"Rewşa Ûkraynayê nayê qebûlkirin. Pêwist e rayagiştî bi awayê herî xurt bertek nîşan bide da ku rêveberiya Kievê ji bo rewşê baştir bike bergiriyên karîger werbigre."

‘TAWANBARIYÊN KIEVÊ DÛRÎ AQILAN E'

Ji ber kuştina Babçenko tawanbariyên Kievê li dijî Rûsyayê jî hatin pirsîn. Peskov ev tawanbarî weke dûrî aqilan bi nav kir.

Bi heman mijarî:

Li Ûkraynayê rojnamevanekî rûsî hat kuştin
Putin: Moşeka ku li Ûkraynayê li balafira MH17a hat xistin, ne moşeka rûsî bû
Peykerên Lenîn ên li Ûkraynayê
Ûkraynayê ji bo organîzekirina hevdîtina Poroşenko û Trump pere dane parêzer
Ûkraynayê ajansên RÎA Novostî û Rossiya Segodnyayê ku Sputnik jî girêdayê wê ye asteng kir
Etîketan:
Rojnamevanê rûsî, Rojnamevan, Rojnameger, Arkadiy Babçenko, Dmiştry Peskov, Ûkrayna, Moskowa, Kiev
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de