22:21 18 Hezîran 2018
Rusya Dışişleri Bakanı Sergey Lavrov

Lavrov: Ûltîmatom û fişarên bi hêzê yên têkilîdarî Koreya Bakur mehkûmî têkçûnên

© Sputnik /
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got ku hewlên bi ûltîmatoman û fişarên li ser bingehên hêzê yên têkilîdarî kêşeya nûkleerî ya Koreya Bakur, dê têk biçin.

Lavrov beşdarî Foruma Xwendinên Prîmakovê ya sêyem a ku duh li Moskowa paytextê Rûsyayê dest pê kiribû, bû û pirsyarên li ser Koreya Bakur nirxandin.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê got, "ji bo peydakirina çareseriyên mayinde ji bo qeyranên navdewletî yên hîn dijwartir ên van rojan, ti reçeteyeke me tine ji bilî ku nêzîkatiyên piralî yên hiqûqa navdewletî û hemû aliyên nakokiyên di serî de tev li pêvajoyê bikin. Di vê derbarê de, kêşeya Nîvgirava Koreyî, programa nûkleerî ya Îranê, şerê navxweyî yê Ûkraynayê yan jî pêvajoya têkoşîna li dijî terorê ya li Sûriyeyê jî di nav wan de ne. Em dîsa wiha bawer dikin ku zorlêkirin di nav de, hemû ûltîmatomên ji derve û fişarên li ser bingehên hêzê wek filimên Çoltera Rojavaya Dirinde û rêzefilmên Şerê Stêrkan teqez dê têk biçin."

Lavrovî di berdewamiya axiftina xwe de got, dibe ev rêbazan bi kêrî jiyana karî werin lê di cîhana modern de, "zêdekirina rageşiyê ji bo kêmkirina rageşiyê, rîskên cîdî çêdike."

"AMERÎKA BI VEKIŞÎNA JI PEYMANÊ XWEST PEVÇÛNEKE BERFIREH LI GEL ÎRANÊ DEST PÊ BIKE"

Herwiha Lavrovî destnîşan kir ku Washington bi vekişîna ji peymana nûkleerî ya li gel Îranê, pevçûneke berfireh da destpêkirin:

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê
© AFP 2018 / Alexander Nemenov
Dîplomatê rûs got, "di salên 80iyê yên sedsala borî, mirov dikare wan texmînên derheqê 'zivistana nûkleerî' de bi bîr bîne. Cihê kêfxweşiyê ye ku 'zivistana nûkleerî' nehat lê bi ser çend bûyerên trajîk de 'Bihara Erebî' hat ku kêşeya çekên jinavbirina kîtleyî giran kir. Ez behsa hinek rewşan dikin ku vekişîna Amerîka ji Plana Çalakiya Hevpar a Berfireh a têkilîdarî programa nûkleerî ya Îranê ku bi hêviya organîzekirina pevçûneke berfireh li gel Îranê hatibû kirin û îdîayên bikaranîna çekên kîmyewî ku bi armanca guhertina hikûmetê Sûriyeyê di nav wan de ne."

"LI GEL KU KIRYARÊN TRUMPÎ NAYÊN TEXMÎNKIRIN JÎ, EM AMADE NE LI GEL WAN BIXEBITIN"

Lavrovî teqez kir ku li gel kiryarên Serokê Amerîkayê Donald Trump bi wanawayên tên kirin ku nayên texmînkirin jî lê dîsa divê xebata li gel Washingtonê dewam bike û diyar kir ku amade ne, têkiliyên xwe li gel Amerîkayê berfireh bikin.

Wezîrê rûs got, "li pêşberî me, serokê dewleta ku hêza herî xurt a cîhanê heye ku xelkê wê ew bijartiye û li gel ku xeta Washington li ser dimeşe nayê texmînkirin jî heta carinan zîkzakan çêdike jî, divê xebata li gel Amerîkayê dewam bike. Em ji bo xebateke wiha re amade ne."

"EM PÊŞNIYARÊN BERBIÇAV JI WASHINGTONÊ DIPÊN"

Lavrovî diyar kir ku amade ne têkiliyên li gel Amerîkayê asayî bikin û dipên ku Washington pêşniyarên berbiçav bike.

Trump û Kîm
© AP Photo / Evan Vucci, Wong Maye-E, File
Ji aliyê din ve, dijberîbûna di têkiliyên Amerîka û Rûsyayê de bûye normek û wiha dewam kir: "ev rewş ne bi me ve girêdayî ye. Em ne bi Amerîkayê re ne jî bi welatên cuda re, dixwazin dijberîbûneke wiha di têkiliyên me de çêbibe. Serokê Amerîka Trump di nav de, em bi awayekî periyodîk sinyalan ji Washingtonê werdgirin ku divê têkilî asayî bibin. Em ji bo vê amade ne lê pêşniyarên berbiçav dipên."

Dîplomatê rûs di berdewamiyê de got ku Rûsya amade ye di hemû qadan de temasên xwe bi Amerîkayê re ji nû ve bide destpêkirin.

 

Bi heman mijarî:

Lavrov ji Spûtnîkê re got: Pûtîn û Trump nahêlin di nava herdu welatan de şer derkeve
Lavrov: Me ti wext negotiye ku ew kesê dikare yekîtiya Sûriyeyê pêk bîne Esad e
Lavrov: Wek Libyayê li Sûriyeyê nekevin nava macerayan
Lavrov: Amerîka hewl dide herêmên qeraxa çemê Firatê cihê bike
Lavrov: Bûyera Skripal karê kesên ku dixwazin Kûpaya Cîhanê ya FIFAyê asteng bikin e
Lavrov: Li Stenbolê li ser çawaniyên çareseriya pirsa Sûriyeyê em dê hewl bidin rêkbikevin
Etîketan:
Donald Trump, Sergey Lavrov, Washington, Amerîka, Rûsya, Koreya Bakur
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de