13:33 23 Hezîran 2018
Sergey Lavrov

Lavrov bo hin hevdîtinan diçe Koreya Bakur

© REUTERS / Grigory Dukor
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê daxuyand ku Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov sibê ji bo hin serdanên fermî, hevdîtinên dualî, rewşa derdora Nîvgiravê û pirsgirêkên navdewletî diçe Koreya Bakur.

Li gor daxuyaniya li ser malpera fermî ya wezaretê, Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di 31ê Gulanê de bo hin serdanên fermî dê biçe Koreya Bakur.

Di daxuyaniya wezaretê de wiha hat gotin: "Di navbera herdu Wezîrên Karê Derve de hevdîtin hat plankirin, di hevdîtina dualî de mijarên rojane, rewşa derdora Nîvgiravê û herwiha mijara sereke, pirsgirêkên navdewletî û herêmî dê bên guftogokirin.

Bi heman mijarî:

Ji Donald Trump daxuyaniya Koreya Bakur
Koşka Spî: Heyeta me ji bo lutkeya DYA-Koreya Bakur diçe Sîngapûrê
Trump: Dibe ku em di dema xwe de ligel Koreya Bakur bicivin
Etîketan:
nîvgirav, kore, lavrov, Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de