10:08 19 Hezîran 2018
Tank

Polonya ji Amerîkayê daxwaza avakirina tûmeneke tankan dike

© REUTERS / David Mdzinarishvili/File Photo
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Wezareta Parastin a Polonyayê di belgeya bi navê ‘Ji bo hebûna daîmî ya Amerîkayê li Polonyayê pêşniyar' de ji Washîngtonê daxwaza tûmeneke tankan dike.

Wezareta Parastin a Polonyayê di berdewamiya belgeyê de dibêje ji bo vî karî 1.5-2 milyar dolar pere hatiye veqetandin û ji bo cihê ku tûmena tankan li cih bibie jî herêma navbera bajarê Bydgoszcz û Torun hatiye destnîşankirin.

Di berdewamiya belgeyê de tê gotin ku têkiliyên Washîngton û Varşovayê pir nêzî hev in û daxwaza hebûna leşkerî ya Amerîkayê li Polonyayê jî bi ‘zêdebûna tehdîda leşkerî ya Rûsyayê' ve gire dide. Li gor îdîaya belgeyê Moskowa bi awayekî eşkere hewl dide ewlehiya Ewropayê têk bibe û pêşengiya Amerîkayê li herêmê bişkîne.

Kremlînê di nirxandina belgeyê de ragihand ku ev biryara Polonyayê, lê ev dê bi bersivdayîna Moskowayê encam bide û nêzîkbûna sîstema NATOyê bo sînorê Rûsyayê wê alîkariya aramiyê neke.

Bi heman mijarî:

Rûsya: Bi avakirina baregehê li Polonyayê dibe rewşa rojhilatê Ewropayê aloz bibe
Peskov bo avakirina baregeha DYAyê ya li Polonyayê: Rûsya amadeye bersivê bide NATOyê
Amerîkayê li ser peymana moşekên Patriotan ya bi Polonyayê re daxuyanî da
Li Polonyayê balafira şer ket
700 hezar bermîl petrola Kurdistanê gihîşte Îsraîl, Kirwatya û Polonyayê
Etîketan:
Polonya dixwaze Amerîka tûmena tankan veke, Amerîka, Polonya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de