09:48 19 Hezîran 2018
Vladimîr Pûtîn û Barak Obama

Lavrov behsa hurgiliyên hevdîtina Pûtîn û Obama ya 2014an kir

© AFP 2018 / Jewel Samad
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov derbarê hevdîtina Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokê Amerîkayê yê wê demê Barack Obama ya 2014an a bi telefonê de, zanyariyên nû parve kirin.

Lavrov li dema serdana xwe ya Minskê de bi xwendekarên zanîngehan re hat ba hev.

Lavrov di axaftina xwe de ragihand ku di wê hevdîtinê de, Obama ji Pûtîn daxwaz kiriye ji Serokê Ûkraynayê Vîktor Yanukovîç re bibêje ku peymana bi muxalefetê re hilweşîne.

Lavrov, "Dema peyman hat amadekirin, Obama telefonî Pûtîn kir û ji xwest, li Yanukovîç bigere û wê razî bike da peymanê hilweşîne. Yanukovîç bi wek serfermandarê dewletê bi dilê xwe erkên xwe parve dikirin û soz dida ku tenê beşa polîs û operasyonên taybet (OMON) avahiyên dewletê biparêzin. Yanukovîç herwiha hilbijartinên pêşwext jî qebûl dikir."

Lavrov diyar kir ku Pûtîn ji Obama re gotiye, Yanukovîç wek serokê rewa yê dewletê mafê wî ye biryara xwe bide, lê piştî rojekê Yanukovîç derbasî Harkovê bû û avahiyên hikûmet û dewletê hatin dagirkirin.

Lavrov da xuyakirin ku piştre jî muxalefetê hikûmeta serkeftiyan ava kiriye.

 

Bi heman mijarî:

Li Ûkraynayê rojnamevanekî rûsî hat kuştin
Haco: Em dixwazin bi navê ENKSê di komîsyona destûrê de cî bigirin
Pisporên rûsî ji bo kontrolkirina sêvan çûn Tirkiyeyê
PDKê bersiva Komela Îslamî da: Hilbijartin nehatine betalkirin
Koşka Spî: Amadekariyên hevdîtina Trump-Kim bi awayekî çalak didomin
Yildirim: Çi li rojhilat çi jî li rojavayê Firatê be, em ê wan tune bikin
Etîketan:
Obama, Pûtîn, Ûkrayna, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de