19:07 23 Hezîran 2018
Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê

Ji Wezareta Derve ya Rûsyayê daxuyaniya hevdîtina bi ENKSê re

© Sputnik / Maksim Blinov
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Wezareta Derve ya Rûsyayê derbarê hevdîtina şandeya ENKSê de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Rûsyayê de, hat ragihandin ku roja 29ê Gulanê Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mihaîl Bogdanov bi Şanda Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) re li Moskowê li ser babeta çareserkirina krîza Sûriyeyê civiyaye.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Helwesta Rûsyayê ya derbarê çareserkirina krîza Sûriyeyê bi beşdariya komên etnîkî û mezhebî yên din û pêwîstiya beşdariya nûnerên kurdan tê de, hat teyîtkirin."

Li gor daxuyaniyê li ser rewşa heyî ya Sûriyeyê danûstandin bi ENKSê re hatiye kirin û ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê jî biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) jimar 2254 û encamên Kongreya Dîyaloga Niştîmanî ya Soçiyê hatine bibîrxistin ku çareseriya siyasî li ser bingeha wan pêk were.

Bi heman mijarî:

ENKSê bi Bogdanov re li ser rewşa Sûriyê, rojavayê Firatê û Efrînê axivî
Rûsya: Bila kuştina rojnamevan Babçenko bilez were lêkolînkirin
DYA: Me bi Tirkiyeyê re li ser Minbicê li hev nekiriye
Ji bo Demirtaş strana kurdî çêkirin: Zîlan ez im, Mezlûm ez im, Silhedîn ez im!
Li Kerkûkê guleya hawanê avêtin navenda sindoqên dengan
Li Ûkraynayê rojnamevanekî rûsî hat kuştin
Haco: Em dixwazin bi navê ENKSê di komîsyona destûrê de cî bigirin
PDKê bersiva Komela Îslamî da: Hilbijartin nehatine betalkirin
Etîketan:
Wezareta Derve ya Rûsyayê, ENKS, Kurd, Sûriye, Rojava
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de