06:00 21 Hezîran 2018
Cîgirê wezîrê derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanov

ENKSê bi Bogdanov re li ser rewşa Sûriyê, rojavayê Firatê û Efrînê axivî

© Sputnik / Alexey Filippov
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Şanda Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) 29ê Gulanê li Moskowê bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mihaîl Bogdanov re civiya.

Serokê Komîteya Têkiliyên Derve yê ENKSê Kamiran Haco derbarê hevdîtina 2 saetan a ligel Bogdanov de, ji Spûtnîkê re axivî.

Haco diyar kir ku heyeta wan bi Bogdanov re li ser mijara destûra bingehîn a nû ya Sûriyeyê, Efrînê û rewşa rojavayê Firatê danûstandin kiriye.

Haco got, "Em bi Bogdanov re li ser destûra nû ya Sûriyeyê, gavên ku di vê mijarê de bên avêtin û parastina mafên kurdan di destûrê de axivîn."

‘EM DITIRSIN DEMOGRAFYAYA HERÊMÊ BÊ GUHERTIN'

Haco li ser rewşa Efrînê da xuyakirin, "Di hevdîtinê de em li ser rewşa Efrînê û çawaniya vegera xelkê axivîn. Em ditirsin ku rewşa demografyaya herêmê bê guhertin. Em li ser mijara rewşa rojavayê Firatê rawestiyan. Em li ser çareseriya siyasî ya krîza Sûriyeyê û diyaloga navxweyî ya Sûriyeyê axivîn."

‘EM NIZANIN TIRKIYE KENGÎ JI EFRÎNÊ DERDIKEVE'

Kamiran Haco got ku ew nizanin Tirkiye heta kengî li Efrînê dimîne û wiha domand: "Gelo salek, du sal, yan hefteyek yan jî mehekê li Efrînê dimîne em nizanin… Difikirim ku di çarçoveya çareserkirina krîza Sûriyeyê de ev mesele bê çareserkirin. Ev mijar bêyî wê çareser nabe."

Bi heman mijarî:

Rûsya: Bila kuştina rojnamevan Babçenko bilez were lêkolînkirin
DYA: Me bi Tirkiyeyê re li ser Minbicê li hev nekiriye
Ji bo Demirtaş strana kurdî çêkirin: Zîlan ez im, Mezlûm ez im, Silhedîn ez im!
Li Kerkûkê guleya hawanê avêtin navenda sindoqên dengan
Haco: Em dixwazin bi navê ENKSê di komîsyona destûrê de cî bigirin
PDKê bersiva Komela Îslamî da: Hilbijartin nehatine betalkirin
Pisporên rûsî ji bo kontrolkirina sêvan çûn Tirkiyeyê
Etîketan:
Kamiran Haco, Bogdanov, ENKS, Sûriye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de