22:25 18 Hezîran 2018
Tomahawk

Rûsya dê li Tomahawkan hûr bibe û pergaleke nû ya şerî bi pêş de bixe

© REUTERS /
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Alîkarê Birêveberê Giştî yê Şirketa Teknolojiyan a Radyoelektronîk a Rûsî(KRET) Vladîmîr Miheyev got ku di çarçoveya daneyên ku ji xebatên li ser moşekên Tomahawkê yên amerîkî yên ji Sûriyeyê biribûn Rûsyayê hatine kirin de, pergalên şerê elektronîk ên rûsî dê di nava sê salan de werin bipêşdexistin.

Artêşa Sûriyeyê piştî êrîşa 14ê Nîsanê ya Amerîka, Fransa û Brîtanyayê li ser wî welatî du moşekên Tomahawkê ên ne-teqiyayî dîtin û ew moşek radestî Rûsyayê kiribûn.

"HEMÛ DANE DÊ WERIN NIRXANDIN"

Miheyev bi Sputnikê re axift û diyar kir ku di encama pişkinînên hatine kirin de, pergalên şerî yên elektronîk ên nû dê werin hilberandin. Miheyevî got, "di çarçoveya êrîşa moşekan de, peywirên teknîkî ji bo xebatên nû tên amadekirin. Di wan xebatan de, hemû daneyên ku dibe ji bo hilberandina prototîpên pergalên şerî yên elektronîk ên nû werin bikaranîn, dê werin nirxandin."

"DESTWERDANA BIBANDIR DI HER QONAXÊ DE PÊKAN E"

Herwiha Mihyevî diyar kir ku di pişkinînan de, dibe gelek agahiyên wek mesafeya birêveçûnê werin bidestxistin û wiha dewam kir: Bi zanebûna van parametreyan, em dê bikarin di her qonaxê de destwerdanê li moşekan bikin."

Mihyevî got ku bipêşdexistina pergalan dê 2-3 salan dewam bike.

Bi heman mijarî:

Pûtîn: Divê hêzên çekdar ên biyanî ji Sûriyeyê bên derxistin
Pûtîn: Almanya bi awayekî çalak tev li avakirina Sûriyeyê dibe
Lavrentyev: Divê hêzên biyanî bi awayekî giştgir ji Sûriyeyê derkevin
Erdogan bi Guterres re li ser Filîstîn û Sûriyeyê axivî
‘DYA, Tirkiye û Hizbûllah jî tê de divê hemû hêzên biyanî ji Sûriyeyê derkevin’
‘Li Sûriyeyê ji bo aştiyê şertên pêwist pêk hatine'
CBS: Rêvebiriya Trump biryara birîna alîkariya muxalifên Sûriyeyê da
Etîketan:
moşek^ne Tomahawk, Fransa, Sûriye, Amerîka, Brîtanya, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de