05:38 21 Hezîran 2018
Aleksandr Gruşko

Rûsya: Têkçûna peymana ligel Îranê wê kêşeyên li herêmên gurtir bike

© Sputnik / Grigoriy Sisoev
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Aleksandr Gruşko diyar kir ku ger Plana Çalakiya Hevpar a Berfireh (KOEP), ku ji bo bernameya nukleerê ya Îranê wekî çareseriyê tê qebûlkirin, têk biçe, wê kêşeyên li Rojhilata navîn gur bike.

Gruşko li bajarê Moskowê, paytexta Rûsyayê di Foruma Xwendinên Primakov a 3yan de axivî û ev tişt gotin, "Têkçûna peymanê dê ji bo her tiştî, ji bo ewlekariya herêmî, ewlekariya kureyî, astengkirina belavbûnê encamên nerênî peyda bike. Herwisa ev yek, wê ne hevsengiyên îstiqrara lawaz a li herêmê, wê rewşa li Rojhilata Navîn a ku divê hêzan bikin yek, gur bike."

Gruşko di axaftina xwe de bal kişand ser ku hinek kes difikirin ku vekişîna Amerîkayê ji vê peymanê di qada ewlekarî û aborî de dê bibe sedema hinek destkeftiyan û got, lê di taliya talî de encamên ji têkçûna vê peymanê peyda bibin, dê ji wan destkeftiyan girantir bin.

Dîplomatê rûsî herwisa derbirî ku Moskow bi biryar e ku peyamnê biparêze.

Bi heman mijarî:

Li Meclîsa Îranê pakêteke bi guman hat dîtin
Netanyahû: Nabe ti hebûneke Îranê li Sûriyeyê hebe
Rejima Îranê xanima kurd a bi navê Ferîde Salih îdam dike
'Tekoşîna li hemberî Îranê ji sêaliyan ve dewam dike'
Li Îranê alarm: Rêvebiran hişyar kir
Etîketan:
peymana nukleerê, têkçûn, Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê, Aleksandr Gruşko, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de