22:24 18 Hezîran 2018
Serokê Dewleta Rûsyayê Pûtîn û Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan

Kremlîn: Pûtîn û Erdogan li ser Sûriyê axivîn

© REUTERS / Alexander Zemlianichenko
Rûsya
Lînkê kurt
0 01

Kremlînê bi daxuyaniyekê piştrastkir ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan peywendiyeke telefonî danîne. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di wê peywendiyê de mijara Sûriyê jî hatiye gotûbêjkirin.

Kremlînê daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir ku bi daxwaza Enqerê di navbera Pûtîn û Erdogan de peywendiyeke telefonî encam daye.

Li gorî daxuyaniyê Kremlînê herdu serokan ji bo ku rê li ber çareseriya siyasî ya pirsa Sûriyê vebe bal kişandine ser destkeftiyên pêvajoya Astanayê û destnîşan kirin ku pêwist e qeyrana li welêt bi rêbazên siyasî were çareserkirin.

Aliyan biryara pabendiya xwe ya li ser yêkrêzî û serweriya xaka Sûriyê misoger kirin.

Li gorî daxuyaniyê di wê peywendiyê de hevdîtina bilind (UDIK) a Tirkiye-Rûsyayê ya 3ê Nîsanê û pêvajoya piştî wê hat gotûbêjkirin.

Pûtîn û Erdogan di wê peywendiyê de ji ber projeyên hevpar ên weke santrala nukleer a Akkuyuyyê û Herka Tirkî kêfxweşiyên anîne zimên. Herwiha di wê peywendiya telefonî de serokên rûsî û tirkî destnîşan kirin ku di warê peywendiyên du alî de bi awayekî erênî nirxandin û gotin pêwist e peywendiyên herdu welatan baştir bibin.

 

Bi heman mijarî:

Erdogan ji Pûtîn re: Divê di pêvajoyên çareseriyê yên pirsa Sûriyê de PYD/YPG cih negirin
‘Pûtîn û Erdogan heta hilbijartinan ti hevdîtinekê nakin’
‘Dibe ku Pûtîn bi Erdogan û Rûhanî re dawiya Tebaxê an jî serê Îlonê bicive'
Kremlin: Pûtîn û Erdogan ji mirina hejmareke zêde ya xwenîşanderên filistînî nîgeran in
Erdogan û Pûtîn li ser mijara Îranê axivîn
Etîketan:
Çareseriya Pirsa Sûriyê, Peywendiya telefonî, Recep Tayyip Edogan, Vladimîr Pûtîn, Tirkiye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de