22:26 18 Hezîran 2018
Beşê aboriyê yê RÎA Novostiyê

Li Ukraynayê li ser malpera RİA Novostiyê astengî hat danîn

© Sputnik / Anton Denisov
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Piştî ku Serokê Dewleta Ukraynayê Pyotr Poroşenko biryarnameya di derbarê mueyîdeyên li dijê çapemeniya Rûsyayê îmze kir, li ser malpera RİA Novosti astengî hat danîn.

Beriya demekê li Ukrayana li dijê çapemeniya Rûsyayê biryarnameya mueyîdeyan ji aliyê Pyotr Poroşenko ve hatibû pejirandin. Li ser vê biryarnameyê hikûmeta Kîvê li dijê malper û kanalên rûsî dest bi astengiyan kir.

Di vê çarçovê de îro navenda rêvebiriya înterneta Ukraynayê RİA Novosti û RİA Novosti Nûçe asteng kirin. Herwiha kanalên wek R-Sport Nûçe, NTV, REN-TV, VGTRK, Rossiya 1, Rossiya Kultura, Rossiya 24 ji aliyê navenda rêvebiriya înterneta Ukraynayê ve hatin astengkirin.

15ê Gulanê endamên Hêzên Ewlekariya Ûkraynayê(SBU) bi zorê ketin ofîsa RÎA Novostiya Ûkraynayê û Vişinskiy binçav kiribûn.

Bi heman mijarî:

Parêzerê rêveberê RIA Novostî yê Ûkraynayê ji bo biryara girtinê çû temyîzê
Sîmonyan di derbarê bûyera RIA Ukraynayê de rexneyan li welatên rojava kir
Pûtîn: Girtina nûnerê RİA Novosti ya ji aliyê Ukraynayê ve bûyerekê nedîtî ye
Ji bo rêveberê RIA Ûkraynayê yê hat girtin, li Moskowê xwepêşandan tê lidarxistin
Etîketan:
kiril, ukrayna, Mueyide, ukrayna
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de