01:23 18 Hezîran 2018
Bermayîyên MH-17

Lavrov: Ultîmatoma Hollanda û Awûstrûlyayê ya bo Rûsyayê ne di cih de ye

© Sputnik / Mihail Voskresenskiy
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Hollanda û Awûstrûlya bo balafira MH17an ku di sala 2014an de bi 298 rêwiyên xwe ve hat xistin ultîmatom da Rûsyayê. Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov daxuyand ku ultîmatoma herdu dewletan bo Rûsyayê ne di cih de ye ji ber ku hêj lêkolîn berdewam dike.

Lavrov piştî hevdîtina bi hempîşeyê xwe belarûsî Vladimir Makey, di civîna çapemeniyê de axivî. Lavrov ultîmatoma Hollanda û Awûstrûlya ku ji bo balafira di sala 2014an de bi 298 rêwiyên xwe ji Amsterdamê diçû Kuala Lumpur û hat xistin got ku şandina ultîmatoma ji Rûsyayê re ne di cih de ye.

Lavrov balkişand ser lêpirsîna MH17an ku hêj ne qediyaye û bibîr xist ku Rûsya bo lêkolînerên navdewletî dane pêşkeş kirine lê ev dane hatine paşguhkirin. Lavrov: "Encamên ceribandinên erazî yên şîrketa hilberînera moşekên Bukê Almaz-Antey jî di nav de hemû daneyên ku me radestî wan kirin hatin redkirin."

Lavrov da zanîn delîlên ku hatine pêşkeşkirin ji aliyê radarên rûsî ve hatine tespîtkirin û wekî ku di lêpirsînê de tê îdiakirin pekandina moşekan ji wê xalê ne pêkan e. Serokê Ekîba Lêkolîna Sûcan, Wilbert Paulissen îdia kiribû ku li gor encama Koma Hevpar ya Lêkolînê ya Navdewletî, moşeka ku di Tîrmeha 2014an de balafira Malezya ya MH17an xistiye, aîdî Lîvaya 53em a Balafirşikêna Rûsyayê ye.

Bi heman mijarî:

Lavrov: Li tenefê rêxistinên girêdayî DAIŞê derdikevin
Lavrov: Bi wezîrê derve yê Holandayê re axivîm, ti delîl ji bo MH17ê pêşkêş nekir
Çavuşoglu bi rêya telefonê Lavrov pîroz kir
Lavrov: Hêj karê Rûsyayê li Sûriyê bidawî nebûye
Etîketan:
moşek, rêwî, balafir, Sergey Lavrov, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de