09:55 19 Hezîran 2018
Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mihaîl Bogdanov

Rûsya: Em piştgiryê didin fikira civîna sêalî ya herêmên kêmkirina rageşiyê

© Sputnik /
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Nûnerê Taybet ê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ji bo Rojhilata Navîn û Alîkarê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanovî diyar kir ku piştgiriyê didin wê fikirê ku civîneke sêalî bi beşdariya Amerîka û Urdunê ji bo herêmên kêmkirina rageşiyê yên li Sûriyeyê were lidarxistin.

Foruma Xwendinên Prîmakovê ya ku nûnerên siyaset û karî û şirovekar û zanistvanan tîne ba hev îro li Moskowê dest pê kir. Nûnerê Taybet ê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ji bo Rojhilata Navîn û Alîkarê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanov beşdarî wê forumê bû û axift.

Bogdanovî diyar kir ku Rûsya piştgiriyê dide wê civîna sê alî ya têkilîdarî herêmên kêmkirina rageşiyê yên li Sûriyeyê ya ku ihtimal heye bi beşdarbûna Amerîka û Urdunê pêk were û wiha got:

"Civîn him bi Amerîka û him jî bi Urdunê re dewam dikin. Me piştgirî da fikira pêkanîna civîneke sêalî ku ji bo hevparên me di asta guncav de be. Çiqasî zû be, ewqasî baş e."

Bogdanovî di berdewamiya axiftina xwe de got ku haya wî jê tine ku ji bo sînorên başûrî yên Sûriyeyê ti peyman di navbea Rûsya û Îsraîlê de çêbûne.

Bi heman mijarî:

'Propagandîstê sereke yê DAIŞê li Sûriyeyê hat kuştin'
Li Sûriyeyê leşkerên frensî kû riya xwe şaşkirin hatine desteserkirin
Pûtîn: Almanya bi awayekî çalak tev li avakirina Sûriyeyê dibe
Lavrentyev: Divê hêzên biyanî bi awayekî giştgir ji Sûriyeyê derkevin
Erdogan bi Guterres re li ser Filîstîn û Sûriyeyê axivî
‘Li Sûriyeyê ji bo aştiyê şertên pêwist pêk hatine'
CBS: Rêvebiriya Trump biryara birîna alîkariya muxalifên Sûriyeyê da
Etîketan:
Foruma Xwendinên Prîmakovê, Mîxaîl Bogdanov, Vladîmîr Pûtîn, Urdun, Sûriye, Îsraîl, Amerîka, Moskow, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de