09:11 18 Hezîran 2018
Alên Rûsya û Amerîkayê

Rûsya wê bersiva Amerîkayê ya zêdekirina bacê bide

© AFP 2018 / Mladen ANTONOV
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Amerîkayê beriya demekê baca polayê sedî 25 ya alemiyonê jî sedî 10 zêde kiribû. Dibe ku Rûsya di vê mijarê de bersiva Amerîkayê bide.

Ji meha hezîranê vir de Rusya ji Amerîkayê di stendina aleminyum û polê de bacê zêdetir dide. Bi vê awayê Rûsya di salê de 500 milyon dolar zêde bacê dide Amerîkayê.

Ji biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump ya zêdekirina bacê vir de ji aliyê Rûsyayê de 378.1 milyon dolar zêde pere hatiye dayîn. Li aleminyumê jî ji sedî 10 bac hat zêdekirin, yên ku ticareta vê dikin 159.5 dolar zêde pere dane. Bi tevahî 537.6 milyon dolar zêde bac hatiye dayîn.

Li gorî Wezareta Aboriyê ya Rûsyayê, Rûsya jî dikare bersiveke wisa bide Amerîkayê. Eger ku Rûsya biryara vê bide heyvekî şûnde dikarê bide destpêkirin. Li gorê agahiyên ku wezaretê parve kirin Rûsya dikare li ser çend berhemên ku li Rûsyayê tê hilberandin bacê zêdev bike. Lê dîsa jî ji ber ku hecma ticaretê ya di navbera Amerîka û Rûsyayê de tenê salê 23 milyar dolar e ekonomiya Amerîkayê zêde zerar nabîne.

Bi heman mijarî:

Amerika ji bo Tirkiyeyê hişyarî da
Amerika doz li bankaya tirk vekir
Peskov bo avakirina baregeha DYAyê ya li Polonyayê: Rûsya amadeye bersivê bide NATOyê
‘Ji bo Rûsya û Amerîka bi pirsa kurdî re eleqedar bin divê li herêma wan krîzek hebe'
Etîketan:
pola, demir, Amerika, rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de