19:01 23 Hezîran 2018
Rusya Federal Güvenlik Servisi (FSB) binası

'Meclîsa Kirim Tataran, bazirganiya xizankirina Kirim Tataran kir'

© Foto : A.Savin
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Serwîsa Ewlekariya Federal a Rûsyayê (FSB) Viktor Palagin, bilêv kir ku Meclîsa Kirim Tataran, li nîvgiravê bazirganiya xizankirina Kirim Tataran kir ku ew xistin rewşek zor û zehmet.

Seroka Serwîsa Ewlekariya Federal a Rûsyayê (FSB) Viktor Palagin ji rojnamevanan re axivî ku Meclîsa Kirim Tataran dema Kirim aîdî Ûkraynayê bû ji qelsbûna rêveberiya herêmê feyde girt, dest danîn ser eraziyan, avahî li ser axa Kirimê ava kirin û paşê jî firotin: "Ev bazirganiyek ku gelê Kirim Tataran xist nava tengasiyê û li welêt bû sedema xizaniyê."

Palagin, destnîşan kir li jîngehên ku hatin bidestxistin de mizgeft lê hatine avakirin. FSBê hefteya par eşkere kiribû, hin çalakiyên komek tundraw ku ji aliyê cîgirê lîderê Meclîsa Kirim Tataran yê berê Erol Veliyev ve hatiye damezrandin derxistibû holê ku, bo Kirim Tatarên dilxwazên Rûsyayê çavtirsandî bikin.

Bi heman mijarî:

Berlusconi: Kirim perçeya herî xweş ya Rûsyayê ye
Tirkiye: Rûsyayê Kirim îlhaq kiriye
BBCyê 'qebûl kir' ku Kirim perçeyekî Rûsyayê ye
Koreya Bakur Kirim wek beşek ji Rûsyayê nasî
Etîketan:
kirim tatar, FSB, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de