05:57 21 Hezîran 2018
Sergey Lavrov

Lavrov: Li tenefê rêxistinên girêdayî DAIŞê derdikevin

© Sputnik / Nina Zotina
Rûsya
Lînkê kurt
0 01

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov derbarê hebûna hêzên amerîkî li Tenefê axift û got ku li herêma Tenefê ya Sûriyeyê ya di kontrola Amerîkayê de, rêxistinên terorê yên girêdayî DAIŞê derdikevin.

Lavrov diyar kir ku li Tenefa di kontrola Amerîkayê de rêxistinê terorê yên girêdayî DAIŞê derdikevin û got ku ev tişt rêkeftinên navbera Washington û Moskowayê bin pê dike.

Derbarê îdîayên ku Amerîka dê hêzên xwe yên li Tenefê vekişîne jî axift û got, "em hêvîdar in ku bi rastî jî pêk were."

Wezîrê rûs li Moskowayê civîneke rOjnamevaniyê bi rê ve bir û diyar kir ku wan gelek caran Amerîka derbarê pêkhateya rêxistina terorê de hişyar kiriye. Lavrovî got, "ev rewş bi xebatên kêmkirina rageşiyê yên li başûrê Sûriyeyê re li hev nake" û destnîşan kir ku temasên wan di asta rayedarên leşkerî û dîplomatan de ji bo vê mijarê dewam dikin.

Herwiha Lavrovî diyar kir ku li kampa Rukbanê ya li Tenefê rastî pêkhateyên rêxistinên terorê hatine û teqez kir ku hebûna Amerîkayê li herêmê ji aliyê leşkerî ve bêmentiq e.

"DIVÊ TENÊ HÊZÊN SÛRIYEYÊ LI SER SÎNORÊN ÎSRAÎLÊ BIN"

Lavrov bersiva pirsyara derbarê hebûna Îsraîl û hêzên din ên li başûrê Sûriyeyê de jî axift û got, "ji bilî hêzên artêşa Sûriyeyê, divê hemû hêz vekişin. Divê tenê hêzên artêşa Sûriyeyê li ser sînorê Îsraîlê bin."

Bi heman mijarî:

Lavrov: Dê encamên nebaş ji biryara nukleerî ya Amerîkayê derkevin
Erdogan: Em barkirina balyozxaneya Amerîkayê bo Qûdsê nas nakin
‘Em mudaxeleya Îran û Amerîkayê qebûl nakin'
Amerîkayê mûeyîde zêde kirin
Nûnerê Serokê Amerîkayê McGurk sibe li Silêmanyê ligel serokên 4 partiyan dicive
Ulyanov: Bingeheke hiqûqî ya daxwaza Amerîkayê ku Îran ji Sûriyê derê tune
Etîketan:
DAIŞ, Sergey Lavrov, ÎsraÎl, Îsraîl, Sûriye, Rûsya, Tenef, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de