03:28 18 Hezîran 2018
F-35 Lightning

‘Tirkiye bi hin nûçe û îdiayan peyamekê dide DYAyê'

© Flickr / Hêza Hewayî ya Amerîkayê
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Pisporê rûsî Igor Korotçenko îdiayên ku Tirkiye li şûna F-35ên amerîkî dê balafirên şer ên rûsî Su-57an bikire ji Sputnikê re nirxand û diyar kir ku, "Tirkiye bi van nûçe û îdiayan dixwaze peyamekê dide DYAyê."

Edîtorê Natsionalnaya Oboronayê Igor Korotçenko derbarê balafirên amerîkî F-35an ku senatoya DYAyê bi daxwaze ambargoyê deyne ser firotina bo Tirkiyeyê de axivî û îdiayên ku Tirkiye li şûna F-35an dê Su-57ên rûsî bikire nirxand.
Korotçenko eşkere kir ku Rûsya bo hevkariya bi Tirkiyeyê zexm bike, dibe balafirên Su-57an bifroşe vî welatî, lê ez bawerim ev niha ne pêkan e ji ber ku Tirkiye bi van nûçe û îdiayan dixwaze peyamekê bide DYAyê û ez di wê fikre de me Tirkiye ji kirîna F-35an jî venagere.

Li gor Korotçenko ev senaryo dibe ku rast be jî û ji kirîna S-400an mînak da: "Dibe ku ev senaryo rast be, kê dizanî bû ku Tirkiye dê ji Rûsyayê S-400an bikire, lê peyman hatin îmzekirin."

Bi heman mijarî:

Sîstema moşekên S-400 ên li Sûriyê dikarin nehêlin ku şerê cîhanê yê 3yem derê
DYA wê ji Tirkiyeyê re alternatîva S-400 a rûsî pêşnîyar bike
Dîplomatê amerîkî ji bo alternatîfa S-400 a rûsî diçe Tirkiyeyê
Rûsya: Peymana di navbera me û Tirkiyê ya li ser moşekên S-400 herdu aliyan jî memnûn kir
Amerîka: 'S-400 dê bibe sedema sepandina dorpêçan, werin em ji bo alternatîvê bixebitin'
Moşekên S-400 ji bo Amerîka çima pêximker in?
Etîketan:
s-57, f-35, s-400, moşek, balafir, Igor Korotçenko, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de