01:34 23 Hezîran 2018
Vladimîr Pûtîn û Donald Trump

Snowden: Ti kes bi qasî Trumpî ji Pûtînî hez nake

© AFP 2018 / Savo PRELEVIC
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Xebatkarê NSAyê yê berê yê li Rûsyayê dijî yê ku xebatên Amerîkayê yên guhdarîkirina nepen derxistibûn, Edward Snowdenî got ku ti kes bi qasî Serokê Amerîlayê Donald Trumpî, ji Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtînî hez nake.

Li gorî nûçeya Huffington Postê, Snowdenî derbarê hezkirina taybet a Trumpî bo serokê rûsî Pûtîn û lêpirsîna 'destwerdana Rûsyayê' ya Dozgerê Taybet Robert Mueller bi rê ve dibe,daxuyanî dane.
Snowdenî gotiye, "Li vê dinyayê ti kes bi qasî Trumpî ji Pûtînî hez nake. Lê mirov gelek tiştan dixwazin gava hêvî dikin ku di lêpirsîna Muellerî de gelek delîl li dijî Trumpî werin peydakirin."

Herwiha Snowdenî îdîayên ku Rûsyayê destwerdana li hibijartina serokatiya Amerîkayê kiriye bi bîr anîn û diyar kir ku him Kremlin û him hî Qesra Spî wê îdîayê red dike û got ku ti delîl dê li dijî Trumpî neyên peydakirin.

"TRUMO NE FÎGUREK E KU MIROV WÎ TEV LI OPERASYONEKE SÎXURIYÊ BIKE"

Snowden diyar kir ku Trump ne kesekî wiha ye ku mirov bixwaze wî tev lioperasyoneke sîxuriyê bike û wiha got: Mirov a rastî bibêje, her kesê bêtirî 3 deqîqeyan li Trumpî guhdarî dike, dê fêm bike ku ew kesekî wiha ye ku her tiştî xera dike. Trump ne fîgûrek e ku mirov wek 'Namzetê Mançuryayî' wî tev li operasyoneke sîxuriyê ya aloz bike. Nexasim, ev zilam di dawiyê peyvê de ji bîr dike bê dê çi bigota."

"NAYÊ WÊ WATEYÊ KU TRUMP NAXWAZE HEVKARIYÊ BI RÛSYAYÊ RE BIKE"

Ji aliyê din ve, Snowdenî diyar kir ku ev rewş nayê wê wateyê ku trump naxwaze hevkariyê bi Rûsyayê re bike.

Bi heman mijarî:

Pûtîn li Soçiyê hokey lîst, 5 gol avêt dijberê xwe
Kremlîn: Pûtîn dê bi Paşînyan re bicive
Pûtîn û Paşinyan li bajarê Soçiyê hevdîtin pêk anîn
Pira Kirimê ji aliyê Pûtîn ve hat vekirin
‘Dibe ku civîna Pûtîn, Erdogan û Rûhanî meha Tebaxê an jî Îlonê pêk were'
Beramberîkirina lîmûzîna Pûtîn ‘Aurus Senat’ û ‘Cenewar’a Trump
Pûtîn: Çekên nû derfetên Rûsyayê yên ewlekarî û hevsengiyê qat bi qat zêdetir dikin
Pûtîn: Keştiyên şer ên rûsî li Deryaya Spî dê bênavber nobetê bigirin
Etîketan:
Robert Mueller, Edward Snowden, Donald Trump, Vladimîr Pûtîn, Amerîka, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de