10:31 24 Hezîran 2018
Wêneyekî berê yê Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn

Kremlinê tarîxa 16emîn Xeta Rasterast a li gel Pûtînî ragihand

© Sputnik / Dmitry Astakhov
Rûsya
Lînkê kurt
0 10

Kremlinê ragihand ku Programa Xeta Rasterast a ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn tê de bersiva pirsyarên xelkê dide dê di 7ê Hezîranê de bi rê ve biçe.

Kremlinê di daxuyaniya xwe de ragihand ku Programa Xeta Rasterast a Vladîmîr Pûtîn a îsal dê 7ê Hezîranê de saet 12:00 bi saeta Moskowa(heman dema Hewlêrê) pêk were.

​Kanalên televizyonê yên li Rûsyayê, Perviy, Rossiya 1, Rossiya 24 û OTRê û herwiha radyoyên Radio Rossi û Vesti FM û Mayak dê programê zindî biweşînin.

Ev program a 16an e ku Pûtîn ji Nîsana 2001ê ve pêk tîne û êdî bûye kevneşopiyek li Rûsyayê.

Pûtîn di Programa Xeta Rasterast de bersiva pirsyarê mirovên ji deverên cuda yên Rûsyayê dide û programa herî dirêj sala 2013an pêk hatibû ku ew jî 4 saet û 47 deqîqeyan dewam kiribû.

Pûtînî par di 4 saetan de bersiva pirsyarên ji xelkê dihatin dabû. Bêtirî 2 milyon pirsyarî ji xelkê hatibûn û Pûtînî derbarê aboriya Rûsyayê, polîtîkaya Sûriyeyê, têkiliyên bi Amerîkayê re û Kirim di nav de bersiva 70 pirsyarî ji wan dabû.

Bi heman mijarî:

Pûtîn li Soçiyê hokey lîst, 5 gol avêt dijberê xwe
Kremlîn: Pûtîn dê bi Paşînyan re bicive
Pûtîn û Paşinyan li bajarê Soçiyê hevdîtin pêk anîn
Pira Kirimê ji aliyê Pûtîn ve hat vekirin
‘Dibe ku civîna Pûtîn, Erdogan û Rûhanî meha Tebaxê an jî Îlonê pêk were'
Beramberîkirina lîmûzîna Pûtîn ‘Aurus Senat’ û ‘Cenewar’a Trump
Pûtîn: Çekên nû derfetên Rûsyayê yên ewlekarî û hevsengiyê qat bi qat zêdetir dikin
Etîketan:
Programa Xeta Rasterast, Kremlin, Vladîmîr Pûtîn, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de