01:40 23 Hezîran 2018
Alaya Sûriyeyê

Rûsya: Di êrîşa milîtanan de 4 şêwirmendên leşkerî yên rûsî mirin

© Sputnik / Dmitriy Vinogradov
Rûsya
Lînkê kurt
0 10

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê daxuyand ku di encama êrîşa milîtanan a li bajarê Dêra Zorê de 4 şêwirmendên leşkerî yên Rûsyayê mirine, 3 jî birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniya ji wezaretê di encama êrîşa milîtanan a li Dêraz Zorê de 2 şêwirmendên leşkerî yên rûsî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da, 5 şêwirmendên leşkerî jî birîndar bûn. Şêwirmendên leşkerî yên birîndar rakirin nexweşxaneyê lê li beramberî hemû hewldanên bijîşkan 2 kesên ji wan nehet xilaskirin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin, "Çend komên milîtanan di saetên şevê de li bajarê Dêraz Zorê yê Sûriyeyê êrîş birin ser yekîneya topavêjên bi ser hêzên hikumetê ve. 2 şêwirmendên leşkerî yên rûsî, ku topavêjên sûriyeyî birêve dibirin, li cihê bûyerê mirin. 5 leşkerên ku di êrîşê de birîndar bûn jî, ji bo nexweşxaneyê hatin rakirin. Paşê 2 leşkeran jî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da."

'43 MILÎTAN HATIN KUŞTIN'

Wezaretê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser ku şerê di navbera herdu aliyan de nêzikî saetekê ajot û hat destnîşankirin ku 43 milîtan bi 6 wesayitên xwe yên bi çekan bargirî, hatin îmhakirin.

Bi heman mijarî:

Hat îdiakirin ku ‘Hevpeymaniyê li Dêra Zorê êrişî baregehên Artêşa Sûriyê kiriye'
HSD: Operasyona li Dêra Zorê ji nû ve dest pê dike
‘Amerîkayê, serokên DAIŞê yên li Dêra Zorê birin Hasekeyê'
Amerîka baregeha leşkerî li Dêra Zorê ava dike
Emîrê Dêra Zorê jî di nav de 3 DAIŞî li Îzmîrê hatin desteserkirin
Etîketan:
şêwirmendên leşkerî yên rûsî, milîtan, êrîş, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, Dêra Zor, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de