10:32 24 Hezîran 2018
Balafira oirarmanc Su-57 di provayên beşa hewayî ya parada Serkeftinê li Moskowê // Sputnik, Iliya Pitalev

Şoygu: Me moşekên ku ji bo balefirên Su-57 hatibûn çêkirin li Sûriyeyê ceribandin

© Sputnik / Vladimir Fedorenko
Rûsya
Lînkê kurt
0 01

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu anî ziman ku “me moşekên taybet yên ku ji bo balefirên Su-57 hatibûn pêşvexistin li Sûriyê ceriband.”

Şoygu bi rayedarên wezareta parastinê re civiya û di civînê de anî ziman ku Artêşa Sûriyeyê moşekên menzildirêj yên ku ji bo balefirên Su-57 hatibûn modernîzekirin li Sûriyê di hin operasyonan de hatine bikaranîn.

Sergey Şoydu di axaftina xwe de destnîşan kir ku "sedema bikaranînan me ew bû ku ew şertên ku ji bo moşekan hatibûn fikirîn gelo pêk dianîn an nedianîn ji bo dîtina van xalan moşek hatin ceribandin.

Herwiha Şoygu destnîşan kir ku "şerê Sûriyeyê ji bo Artêşa Rûsyayê ezmûneke baş bû, lewra piştî ceribandinên li Sûriyeyê di 11 cûre helîkopter û balefiran de modernîzasyon hatin kirin.

Bi heman mijarî:

‘Pentagon hewl dide bi êrişên sîberî sîstema moşek a dijminên xwe hilweşîne'
‘Îsraîlê ji bo ku Îranê moşek vediguhestin baregehên Sûriyeyê ew bombe kirin'
Noqava Yuri Dolgorukiye bo cara yekem bi awayekî hemdem 4 moşek ceriband
Trump: Amade be Rûsya, moşek dê werin
Etîketan:
balefira, Moşek, Şoygu, rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de