01:23 20 Hezîran 2018
Rûsya - Moskow - Zanîngeh

Dê 500 xwendekarên Sûriyeyî li zanîngehên rûsî perwerde bibin

© Sputnik / Yuri Artamonov
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Ajansa Hevkariya Navnetewî ya Welatiyên Biyanî ya Rûsyayê (Rossotrudniçestvo) ragihand ku dê îsal 500 xwendekarên Sûriyeyî li zanîngehên dewletê yên rûsî bêbedel perwerdehiyê bistînin.

Rayedarê Rossotrudniçestvo Vadim Zayçikov ji rojnamevanan re da xuyakirin ku îsal ji bo 500 xwendekarên Sûriyeyî mafê perwerdeya bêbedel hatiye dayîn.

Zayçikov da zanîn ku pêşî koteya bo Sûriyeyê 200 xwendekar bûn, piştre bûye 455 û îsal jî hejmar bûye 500.

Rayedarê rûsî got ku mebesta wan bi perwerdekirina xwendekarên sûriyeyî ew e ku piştî şer qedroyên netewî amade bikin.

Zayçikov ragihand ku ew 500 kes ji nav 2 hezar û 60 xwendekarên serkeftî hatine hilbijartin ku dikarin di zanîngeheke dewletê ya xwedî koteya xwendekarên biyanî de dest bi perwerdehiyê bikin.

Bi heman mijarî:

YSKê biryara barkirina sindoqan da: Biryar bandorê li dengdêrên kurd dike
Koşka Spî: Heyeta me ji bo lutkeya DYA-Koreya Bakur diçe Sîngapûrê
Mîtinga HDPê ya Kolnê birêve çû: Destûr nedan 2 siyasetmedarên HDPyî biaxivin
Ji parêzgarê Duhokê daxuyaniya bûyera girtîgehê: Şer derneketiye
'Yên di meha mibarek a Remezanê de êrîş dikin nikarin ti tiştekî bidin milet'
Li girtîgeha Duhokê alozî: 7 mirî û 50 birîndar hene
Etîketan:
Sûriye, Zanîngeh, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de