00:39 18 Hezîran 2018
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn

Ji Pûtîn bo rojava pêşniyazek: Xeta sor derbas nekin

© Sputnik / Aleksey Nikolski
Rûsya
Lînkê kurt
0 10

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, di Forûma Aboriya Navneteweyî (SPIEF) ya li St. Petersburgê de welatên rojavayî di pêwendiyên bi Moskowê re hişyar kir û pêşniyazek da: "Xetên sor derbas nekin, rêzê ji berjewendiyên me re bigrin."

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn piştî ku Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel bi baqek gul pêşwazî kir, vê carê jî baqek gul da hevjîna Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, Brigitteyê.
© REUTERS / Sputnik/Mikhail Klimentyev/Kremlin
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di Forûma Aboriya Navneteweyî de eşkere kir ku divê welatên rojavayî rêzê ji berjewendiyên Rûsyayê re bigrin. Serokê Rûsyayê berfirehbûna NATOyê ji Rûsyayê re wek tehdîtekê bi nav kir: "Heta sînorên me hatin, vê carê jî em bi gûmanin ku Ûkraynayê jî bixin nav xwe û radarên pergala parastina moşekan lê ava bikin." Lîderê rûs, "Hûn fêhm dikin gelo, sînor henin… Divê xeta sor neyê derbas kirin. Werin ji berjewendiyên me re jî rêzê bigrin."

Di dema sohbetê de Pûtîn rola rojava ya di derbeya Ûkraynayê de jî bi bîr xist, li vî welatî siyasetvanên wek Viktoriya Yuşenko û Yuliya Timoşenko hene, çima rojava bû alîkarê guherîna bi zorê ya desthilatdariyê.?"

Li Ûkraynayê di 22ê Sibata 2014an de derbe pêk hatibû, piştre bi NATO û Yekîtiya Ewropayê (YE) re biyekbûn hatibû ragihandin.

Bi heman mijarî:

Pûtîn vê carê jî baqek gul da first lady ya frensî
Di navbera Pûtîn û Macron de dîyalogeke balkêş çêbû
Pûtîn: Pêwistiya me ne bi şerên bazirganiyê bes bi aştiyeke tam û temam a bazirganiyê heye
Pûtîn: Em bi Macron re li ser biryara DYAyê ya vekişîna ji peymana nukleerî axivîn
Pûtîn: Vişînskiy ji ber karê rojnamevaniyê hat girtin
Etîketan:
welat, dewlet, rojava, Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de