01:23 20 Hezîran 2018
Pira Kirimê

Nûnerên Xanedana Romanov dê li Pira Kirimê bigerin

© REUTERS / Pavel Rebrov
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Nûnerên malbata ku ji sala 1613an heta şoreşa Sibata 1917an Rûsya birêvedibirin dê serdana Kirimê bikin, seroka Xanedana Romanovê Mariya Vladimirovna di çarçoveya serdana de dê di ser Pira Kirimê jî derbas bibe.

Şêwirmendê Xanedana Romanov yê Kirimê Vladislav Pilkeviç daxuyand ku serdana Kirimê ya duşesa mezin Mariya Vladimirovnayê dê ji 28ê Gulanê dest pê bike wê di 3ê Pûşberê de bi dawî bibe. Hat payin ku Prens Georgiy Mihayloviç Romanov jî dê di serdana duşesa mezin de cih bigre û hevaltiya wê bike.

Pilkeviç ji Sputnikê re axivî û wiha got: "Di serdana nûnerên Xanedana Romanov de Pira Kirimê jî heye, di derbasbûna ser pirê re dê peyama ku Kirim hem di tarîxê de û hem jî di qanûnê de aîdî Rûsyayê ye bê dayin.

Pilkeviç eşkere kir ku plana çêkirina pirê aîdî Împarator Nikolay IIem lê nebû kismetê wî û pir piştî wî bi 100 salan hat ava kirin.

Bi heman mijarî:

Pira Kirimê ji aliyê Pûtîn ve hat vekirin
Pira Kirimê beriya Pûtînî pisîka Mostîkê kontrol kir
Xeyala nû ya Proşenko: Dixwaze Kirimê bistîne û Pira Kirimê bi kar bîne
Parlamenterê ûkraynî jinavbirina Pira Kirimê pêşniyar kir
Etîketan:
xanedan, pir, Vladislav Pilkeviç, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de