06:58 22 Hezîran 2018
F-35

'Amerîka fêm dike ku Tirkiye êdî ne hevkarekî pêbawer e'

© Sputnik / US Air Force
Rûsya
Lînkê kurt
0 10

Meclîsa Nûneran a Amerîkayê ji bo ku şandina balafirên F-35a ji bo Tirkiyeyê betal bike, pêşnûmeyekê dinirxîne. Pisporên rûsî derbarê vê pêşnûmeyê de anîn ziman ku Amerîka bi vê yekê wê Tirkiyeyê hîn nêzikî Rûsyayê bike.

Meclîsa Nûneran a Amerîkayê pêşnûmeya derbarê budceya Pentagonê de qebûl kir. Di pêşnûmeyê de pêvajoya kirîna pergalên S-400î ya ji aliyê Tirkiyeyê ve tê nirxandin û herwisa tê pêşbinîkirin ku ji bo bandora vê pêvajoyê ya li ser peywendiyên Amerîka û Tirkiyeyê raporek were amadekirin û heta ev rapor were amadekirin, firotina balafirên F-35an ji bo Tirkiyeyê were rawestandin.

‘BETALKIRINA FIROTINA F-35an WÊ PEYWENDIYÊN TIRKIYE Û NATOYÊ XERABTIR BIKE'

Pisporê Navenda Konjonkturên Stratejîk ê rûsî Oleg Ponomarenko derbarê mijarê de ji bo televîzyona Russia Todayê (RT) axivî û diyar kir ku betalkirina firotina balafirên F-35a ji bo Tirkiyeyê, dê peywendiyên Tirkiye û NATOyê bixe rewşeke dijwar. Ponomarenko got, "Zirara ku li peywendiyan hatiye dayîn, bi tevgerên ji nişka ve dibe hîn zêde bibe."

'AMERÎKA FÊM DIKE KU TIRKIYE ÊDÎ NE HEVKARÊ WAN Ê PÊBAWER E'

Pisporê ji Akademiya Zanistiyên Moşek û Topavêjan a Rûsyayê Konstantin Sivkov jî di axaftina xwe ya ji bo RTyê de goti "Amerîka têdigihêje ku Tirkiye êdî ne hevkarê wan ê pêbawer e. Amerîka di NATOyê de her tim xwediyê pozîsyona sereke bû. Gava çekên Rûsyayê têkevin nav tifaqê, ev tê wateyê ku serdestiya Amerîkayê ya di NATOyê de bi dawî dibe."

Sivkov herwisa anî ziman ku ger Amerîka firotina balafirên şer ên F-35a ji bo Tirkiyeyê betal bike, wê Tirkiyeyê hîn nêzikî Rûsyayê bike.

Bi heman mijarî:

Sîstema moşekên S-400 ên li Sûriyê dikarin nehêlin ku şerê cîhanê yê 3yem derê
DYA wê ji Tirkiyeyê re alternatîva S-400 a rûsî pêşnîyar bike
Dîplomatê amerîkî ji bo alternatîfa S-400 a rûsî diçe Tirkiyeyê
Rûsya: Peymana di navbera me û Tirkiyê ya li ser moşekên S-400 herdu aliyan jî memnûn kir
Amerîka: 'S-400 dê bibe sedema sepandina dorpêçan, werin em ji bo alternatîvê bixebitin'
Etîketan:
Pisporên rûsî, Konstantin Sivkov, Oleg Ponomarenko, Tirkiye, Amerîka, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de