10:34 24 Hezîran 2018
Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn piştî ku Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel bi baqek gul pêşwazî kir, vê carê jî baqek gul da hevjîna Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, Brigitteyê.

Pûtîn vê carê jî baqek gul da first lady ya frensî

© REUTERS / Sputnik/Mikhail Klimentyev/Kremlin
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn piştî ku Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel bi baqek gul pêşwazî kir, vê carê jî baqek gul da hevjîna Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, Brigitteyê.

Pûtîn dema serokên welatên ewropî yên ku serê wan bi Serokê Amerîkayê Donald Trump ketiye belayê pêşwazî dike, gulên spî yên ku bêhnfirehiyê didin ji cem xwe kêm nake.

Pûtîn vê carê jî di pêşwaziya Macron de ku ji bo beşdariya Forûma St. Petersburg a Aboriya Navnetewî (SPIEF) li hatibû Rûsyayê, baqek gulên spî dan first lady ya frensî Brigitte Macronê.

Macron û hevjîna xwe ji vê pêşwaziyê gelekî kêfxweş bûn.

Rojnameya alman Bildê li ser pêşwaziya Angela Merkel a bi gulan ji aliyê Pûtîn ve îdia kiribû ku serokê rûsî bi vê helwesta xwe şansolye piçûk xistiye û heqerat li Almanyayê kiriye.,

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov jî gotibû, dayîna gulan bo jinan li Rûsyayê kevneşopîyek e û nîşaneya dilnizmiyê ye.

Bi heman mijarî:

'Çarçoveya nexşerêya Minbicê diyar bû'
Berdevkê Huda-Parê bang li HDPê kir: Werin em şerbeta aştiyê vexwin
Putin: Bikaranîna amûrên fişarê li dijî Erdogan, encamê nade
Li ber baregeha Partiya Komînîst a Iraqê teqîn
Etîketan:
Fransa, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de