10:34 24 Hezîran 2018
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin

Putin: Bikaranîna amûrên fişarê li dijî Erdogan, encamê nade

© REUTERS / Sergei Karpukhin
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin got, "Gelekî zehmet e ku li hemberî Erdogan amûrên fişarê bi kar bîne û encamê bi dest bixe. Berovajiyê vê yekê, ev wê Erdogan hîn jî wêrektir bike."

Putin di çarçoveya Foruma Aboriya Navdelwetî ya St. Petersburgê (SPIEF) de bi rêveber û edîtorên ajansên nûçeyan ên navdewletî re civiya û behsa peywendiyên Rûsya û Tirkiyeyê kir.

Putin bal kişand ser ku di çarçoveya peymana pergalên parastina hewayî yên S-400î de amûrên fişarê li dijî Tirkiyeyê tên bikaranîn û got, "Amûrên fişarê her ku diçe li dijî gelek welatan tên bikaranîn. Niha derbarê kirîna pergalên me yên S-400î de tên bikaranîn. Ya rast, Tirkiye wekî endamekî NATOyê bi kirîna pergalên parastina hewayî yên S-400î biryara herî baş da, ku ev pergalên herî baş ên cîhanê ne. Çi bûye yanê? Ma ev sûc e?"

Putin ji bo kirîna balafirên F-35an ji aliyê Tirkiyeyê ve jî got, "Tirkiye di vê mijarê de xwediyê mafê xwe yê hilbijartinê ye. Wê biha û qelîteyê li ber çavan bigire û li gorî berjewendiyên xwe yên neteweyî tevbigere." Serokê rûsî herwisa destnîşan kir ku ew di warê hilberîna hevpar a di qada parastinê de jî bi Erdogan re dipeyive.

Vladimir Putin herwisa bal kişand ser ku ew di warê parastin û pîşesaziyê de ligel gelek welatan hevakriyê dikin.

 

Bi heman mijarî:

Putin: Nêta min tune ku ez zêdetirî 2 serdeman bibim serok
Putin: Moşeka ku li Ûkraynayê li balafira MH17a hat xistin, ne moşeka rûsî bû
Putin ji bo edîtorê Bloombergê got: Provokator
Putin bang li Ewropayê kir: Alîkariya xelkê Sûriyeyê bikin
Etîketan:
Serokê Dewleta Rûsyayê, Vladimir Putin, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de