10:35 24 Hezîran 2018
Vladimir Putin

Putin: Nêta min tune ku ez zêdetirî 2 serdeman bibim serok

© REUTERS / Sergei Karpukhin
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin anî ziman ku ew plan nake zêdetirî 2 serdeman serokatiyê bike.

Putin di çarçoveya Foruma Aboriya Navdelwetî ya St. Petersburgê (SPIEF) de bi rêveber û edîtorên ajansên nûçeyan ên navdewletî re civiya.

Yek ji wan beşdaran siberoja rewşa siyasetê ya Putin anî rojevê. Serokê rûsî derbirî ku ew her tim li gorî Destûra Bingehîn a Rûsyayê tevdigere û got, "Di Destûra Bingehîn de bi awayekî eşkere ev tişt nivisiye: Li dû hevdu zêdetirî du serdeman serokatî nabe. Niha di serdema xwe ya duyem de me."

Putin ev tişt gotin, "Wekî hûn jî dizanin beriya niha jî min du serdeman li ser hevdu serokatiya dewletê kir, paşê ji ber ku yasa destûrê nade min, ez cara sêyem werim hilbijartin, min dev jê berda. Ew qas."

Putin derbirî ku ew ê li gorî vê mercê tevbigere.

Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de