15:51 19 Hezîran 2018
Sergey Lavrov

Lavrov: Bi wezîrê derve yê Holandayê re axivîm, ti delîl ji bo MH17ê pêşkêş nekir

© Sputnik / Nina Zotina
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi telefonê bi hefkarê xwe yê holendî Stef Blokî re axift û îdîayên ku Rûsya tev li xistina balafira geşta hejmara MH17ê ya sala 2014an bûye pê re gotûbêj kir û diyar kir ku Blokî ti delîlekî ku piştgiriya van îdîayan bike pêşkêş nekir.

Lavrov beşdarî Foruma Aboriyê ya Navdewletî(SPIEF) ya 22em a duh li St. Petersburgê dest pê kir, bû û derbarê pêwendiya telefonî ya xwe yê hevkarê xwe yê holendî Stef Blokî de ji rojnamevan re axift.

Wezîrê rûs got, "Ez duh bi hevkarê xwe yê holendî re axiftim. Wî behsa tiştên ku li ser xistina balafira geşta bi hejmara MH17ê/qezaya balafirê ya sala 2014an li Ûkraynayê çêbû) tên zanîn kir û diyar kir ku hema hema ti gumana wî tine ku BUKa (pergala bersivdanê ya moşekan) tê îdîakirin ji Rûsyayê hatiye."

Dîplomatê rûs got," min pirsî bê gelo ti palpiştek heye ku piştgiriya van îdîayên bikin. Wî jî ti delîl pêşkêş nekir. Wî got ku dixwazin Rûsya li gorî van gumanên ku ti palpiştên wan tine ne, alîkariya wan bikin da ku ev rastî peyitandin."

"GAVA MIROV LI LÊPIRSÎNA SKRÎPALÎ DINERE, HESTA DEJAVUYÊ ÇÊDIBE"

Herwiha Lavorî lêpirsîna MH17ê û lêpirsîna jehrîkirina ajanê rûs Sergey Skrîpalê ya li Brîtanyayê bi rê ve diçe dan ver hev û bi bîr anî ku meqamên brîtanî got 'ihtimaleke mezin, rûsan ev kiriye', piştî wê det bi lêpirsînê kir û wan diyar kir ku lêpirsîn dê demê bixwe.

Lavrovî axiftina xwe wiha dewam kir:

"Hesta dejavuyê çêdibe, di vê rewşê de jî ku jiyana bi sedan mirovan bûye mijar e, eger hevparên me biryar dabin ku spekûlasyonan bikin da ku bigihêjin armancên xwe yên siyasî, ez wan bi wijdanê wan re dihêlim."

"HOLANDAYÊ RÛSYA TAWANBAR KIRIBÛ"

Wilbert Paulissen li ser serê tîma polîsên holendî ye ya ku bûyerê vedikole û pisporên ji Awistralya, Belçîka, Malezya, Holenda û Ûkraynayê jî cî di koma Vekolînên Hevpar a Navneteweyî(JIT)ê de girine îdîa kir ku gihiştine wê encamê ku moşeka balafira Malezyayê ya bi hejmara MH17ê li rojhilata Ûkraynayê xistiye, ya 'Lîwaya Balafirşkênên Rûsyayê ya 53emîn e.

Berî niha jî hinek îdîa hatibûn kirin ku Rûsya tawanbar dikir.

Rûsya jî wan îdîayan bi awayekî teqez red dike.

Bi heman mijarî:

Lavrov: Wek Libyayê li Sûriyeyê nekevin nava macerayan
Lavrov: Divê Tirkiye kontrola Efrînê bide Hikûmeta Sûriyeyê
Lavrov: Artêşa Rûsyayê ji bo provokasyona êrişa kîmyewî hişyarî kiribû
Lavrov: DYA û Mutefîqên wê hê jî dixwazin Esad biçe
Etîketan:
Sergey Lavrov, Melazya, Ûkrayna, Holanda, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de