15:45 19 Hezîran 2018
Vladimir Putin - Emmanuel Macron

Pûtîn: Em bi Macron re li ser biryara DYAyê ya vekişîna ji peymana nukleerî axivîn

© REUTERS / Philippe Wojazer
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn piştî hevdîtina xwe ya ligel Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron da xuyakirin ku wan encamên piştî vekişîna Amerîkayê ji peymana nukleerî ya bi Îranê re nirxandiye.

Pûtîn di civîna hevpar a rojnamevanî de got, "Me li ser biryara yekalî ya Amerîkayê ku ji peymana nukleerî vekişiyaye gotûbêj kir."

Pûtîn diyar kir ku pêwîst e çareseriya demdirêj a polîtîk ji bo Sûriyeyê were berdewamkirin û destnîşan kir ku formata Astanayê encamên girîng bi dest xistine.

Serokê Rûsyayê herwiha da zanîn ku divê her kes li gor prensîba serbixweyiya Sûriyeyê tevbigere û divê ji bo amadekirina zagona bingehîn a Sûriyeyê di asta Neteweyên Yekbûyî de xebat bên destpêkirin.

Bi heman mijarî:

Namzedê CHPê Înce: Navê wê meseleya Kurd e, cihê çareseriyê jî parlamento ye
Li Xîzanê cenazeyê şivanê ku brûsk lê ketibû li ser pişta kerê gihandin gund
'Artêşa Tirkiyê derketiye ser çiyayê herî bilind ê Bradostê'
Pergalên parastina hewayî ya Sûriyeyê êrîşeke moşekan têk bir
Kosaçev: Biryara Trump a taloqkirina hevdîtina Koreya Bakur derbe li îstiqrarê da
Li Efrînê di navbera 2 grubên ASAyê de şer derket
Etîketan:
Macron, Pûtîn, Amerîka, Îran, Fransa, Rûsyaye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de